Gardiyanan êrîşî jinên gotin ‘Kurdistan’ kirin
- 09:08 15 Adar 2018
- Rojane
ENQERE - Li girtîgeha Jinan a Sîncanê hemû mafên girtiyan ji aliyê îdareyê ve hat astengkirin û Bahar Demîr a ji ber doza MKP’ê girtiye, di lêpirsîna dîsîplînê de ji ber gotina ‘Kurdistan’ bi kar anî rastî êrîşa gardiyanan hat.
Alev Yarar a MKP’î ya li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiye bi nameyekê binpêkirinên mafan ên tên jiyîn vegot. Di nameyê de hat diyarkirin ku provakasyon, xespkirina maf, pêkanînên kêfê û îşkence bi KHK’yan asayî bûne û wiha pê de çû: “Wek her girtîgehê li vir jî pirsgirêk tên jiyîn. Hejmara cil û rengên wan bi sînor bûne. Lêgerînên kêfî tên kirin. Alav tên belavkirin û pirtûk û rojname sînor bûne. Hevdîtina telefonê 15 rojan carê tê kirin û mafê me yê 3 kesên hevdîtin pê re dihat kirin jî hatiye xespkirin.”
‘Gelek mafên me tên xespkirin’
Alevê balkişand ser mafên wan ên hatine xespkirin û got kişandina wêneyan, spor, pirtûkxane û bernameyên civakî hatine destpêkirin û got ev 3 meh in mafê sohbetê hatiye xespkirin û got ew jî van rewşan protesto dikin, dirûşmeyan berz dikin, çalakiyan pêk tînin.
‘Rastî êrîşa gardiyanan hat’
Alevê got ji ber van protestokirinan gelek lêpirsînên dîsîplînê hatine vekirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hefteya borî hevala me Bahar Demîr ji bo lêpirsînê çû ku parastina xwe bike lê ji ber gotina Kurdistan bi kar anî rêveberiya girtîgehê helwesta nîjadperest nîşan da û bi talîmata midûran ji aliyê gardiyanan ve hatiye derbkirin. Em pêkanîna cilên yekreng red dikin û desturê nadin xespkirina mafên ku bi bedelên giran hatine bidestxistin.”