Jinên Edeneyê: Em bi ruhê 8’ê Adarê agirê Newrozê gur bikin

  • 09:04 15 Adar 2018
  • Rojane
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Nûnerên HDP, DBP û EMEP’ê ji bo Newroza Edeneyê bang kirin û diyar kirin ku wê jin Newrozê bi ruhê 8’ê Adarê pêşwazî bikin.
 
Li Edeneyê amadekariyên Newrozê dest pê kirin û ji bo pîrozbahî di 21’ê Adarê navbera 10.00-18.00’an de li Şanoya Hewaya Vekirî ya Mîmar Sînan pêk bê serlêdan hat kirin. Nûnerên partiyên siyasî banga tevlîbûnê li hemû gelan kir û gotin wê jin Newrozê bi ruhê 8’ê Adarê pêşwazî bikin.
 
‘Li dijî faşîzmê divê em li Newrozê bin’
 
Hevseroka HDP’a Seyhanê Kader Duman bi lêv kir ku ew bi şîara ‘Di Newroza roja berxwedana li dijî faşîzmê de ji nû ve û bi hev re. Wê faşîzm bê hilweşandin dê gel qezenc bikin’ îsal li qadane û wiha got: “Tevî hemû zextan em ê li qada bin. Ez di serî de bang li jinan û li hemû gelan dikim ku li qada bin.Nasnameya gelan tê tunekirin, zimanê wan çanda wan tê tunekirin. Jin cuda tên dîtin. Keda wan nayê dîtin. Jinên di 8’ê Adarê de daketin qadan wê di 21’ê Adarê de jî dakevin qadan. Di serî de hevserok û parlamenterên me girtîne. Mafên me tên xespkirin. Ji bo ev êrîş vala derkevin divê em li qada bin.”
 
 ‘Jin wê li dijî zîhniyeta mêr li qada bin’
 
Seroka EMEP a Edeneyê Sevîl Arici jî got di vê pêvajoya ku qedexe û zext di asta herî jor de ye divê Newroz wek roja azadiyê bê pîrozkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Meha Adarê wek meha daxwaza aştî û azadiyê tê ziman, pîrozkirina Nerwozê ya wek roja azadiyê girîng e.Em jî wek Partiya Kedê tevlî dibin û dixwazin Newroz bi heybet derbas bibe. Jin wê bi ruhê 8’ê Adarê tevlî Newrozê bibin.”
 
‘Em ê bi ruhê Arîn û Avestayê dakevin qadan’
 
Hevseroka DBP’a Seyhanê Berîvan Gokalp jî wiha got: “Çawa ku jin bi ruhê Arîn û Avestayan daketin qadên 8’ê Adarê, wê bi heman ruhî dakevin qadên Newrozê. Newroz serhildana Kawayê Hesinkar a li dijî Dehaq e. Berxwedana mazluman e. Newroz afirandina jiyana ji nû ve ye. Newroz sekna li dijî çeteyên li Efrînê ye. Em wek DBP’ê ji niha de cejna Newrozê pîroz dikin.”