ROJEVA 15'Ê ADARA 2018'AN

  • 09:00 15 Adar 2018
  • Rojev
*Hevseroka Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê, Dilbirîn Kobanê di derbarê berxwedana Efrînê de got: "Li dijî dewleta tirk a ku êrişî Efrînê dike em ê heta dawî serî hildin. Em ê tu carî rihê xwe yê berxwedanê winda nekin. Dê serkefin her tim a Gelê Kurd be û dê têkoşîna Gelê Kurd di rûpelên dîrokê de dîsa bê nivîsandin.” BI DÎMEN
 
*Şirnex a ku piştî pevçûnan ji sedî 70’ê wê hat hilweşandin, TOKÎ’yên lê çêdibin jî her diçin bilind dibin. Jinek Şirnexî li dijî kesên ku dibêjin wê bi TOKÎ’yan serkeftin bê qezenckirin got ‘em neçûn, em ê neçin’. BI DÎMEN
 
*Nûnerên HDP, DBP û EMEP’ê ji bo Newroza Edeneyê bang kirin û diyar kirin ku wê jin Newrozê bi ruhê 8’ê Adarê pêşwazî bikin. BI DÎMEN
 
*Li girtîgeha Jinan a Sîncanê hemû mafên girtiyan ji aliyê îdareyê ve hat astengkirin û Bahar Demîr a ji ber doza MKP’ê girtiye, di lêpirsîna dîsîplînê de ji ber gotina ‘Kurdistan’ bi kar anî rastî êrîşa gardiyanan hat.
 
*Taritî û Ronahî, jiyan û mirin, başî û xerabî, wijdan û bêwijdanî, ahlaq û bêahlaqî… Em êdî pir van gotinan dibihîzin. Gelo berê jî me wisa dibihîst, ez her tim vê difikirim. Qet bawer nakim. Belê em zarokên ku kesên komkujiyî jiyan e. Lorînên pîrên me hestiyar û xemgîn bûn. JI PÊNÛSA JINAN
 
*Hevseroka HDP’a Îzmîrê Semra Uzunok diyar kir ku Tirkiye ji bo krîza di qada aborî, tenduristî  û perwerdeyê de tê jiyîn bigire êrîşên li dijî Efrînê dane destpêkirin û got: “Wek firotina fabrîkayên şekir, di hemû taybetkirinan de ewil bi fabrîkayan zirar dan kirin û piştre dan firotin. Di nav van hemûyan de berê mirovan dan Efrînê û nirxên nav welat jî tune kirin.”
 
*Balafirên şer ên Tirkiyeyê bendava li Meydankê bombebaran kir û di encama vê de gelê Efrînê bê av ma. Gelê Efrînê got: “Erdogan dixwaze bi birçîbûn û tîbûnê îrada me teslîm bigire. Lê em vir terk nakin. Bila her kes vê wisa bizanibe.” BI DÎMEN