Jinên Dêra Zorê piştgirî dan Efrînê
- 17:15 14 Adar 2018
- Rojane
DÊRAZORÊ - Jinên Dêrazorê ku li herêma Dêra Zorê ya El- Cezîreyê dijîn bi meşeke ku li dar xistin piştgirî dan berxwedana Efrînê.
Jinên ku li herêma El - Cezîre ya bajarê Dêrazorê yê bakurê Sûriyê dijîn ji bo ku piştgiriyê bidin berxwedana Efrînê li ber Navenda Jinan a Meclisa Sûriyeyê hatin gel hev û meşek girseyî li dar xistin. Di meşa ku hat lidarixstin de alîn Meclsia Jinan a Sûriyeya Demokratîk , YPG -YPJ hatin hiligirtin û dirûşmên, "Erdogan kujerê zarokan e, komkujiyên li Efrînê rawestînin" hatin berzkirin.
Meş bi dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê" li duryana Şehîd Dhîş hat bidawîkirin.