Hediye Yusuf: Kesek nikare bikeve Efrînê
- 16:56 14 Adar 2018
- Rojane
EFRÎN - Hevseroka Meclisa Damezrîner a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediye Yusuf bersiv da axafitna Serokê AKP'ê Tayyîp Erdogan a ku got;"Wê Efrînê heta êvarê bike" û wiha got; "Ev gotina Erdogan tê wateya ku ji derve û hundir tevde ve Tirkiye di zarorê de ye. Erdogan difikire ku Efrnê vala ye û hema dema bixwaze wê bikeviyê. Bila gelê me guh nede van gotinan. Kesek nikare bikeve Efrînê."
Hevseroka Meclisa Damezrîner a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediye Yusuf bersiv da axafitna Serokê AKP'ê Tayyîp Erdogan a ku got;"Wê Efrînê heta êvarê bike". Li gorî nûçeya Fatma Koçak; Hediye diyar kiriye ku ew vê daxuyaniya Erdogan wêkî şerê psîkolojîk di nirxînin û wiha got: "Ji roja ewl de heman tiştî dibêjin. Bê ji roja ewl ya êrîşên xwe de çi derew kirin niha jî heman tiştî dikin."
'Kesek nikare bikeve Efrînê'
Hediye ya ku diyar kir ev gotina Erdogan tê wateya ku Tirkiye gelek ketiye zorê wiha dirêjî da axaftina xwe: "Erdogan difikire ku Efrîn vala ye û hema kengî bixwaze wê karibe bikeviyê. Lê li Efrînê berxwedêrên ku ji roja ewl de li ber xwe didin û gelê Efrînê heye. Ji ber wê nikarin bikevin Efrînê . Erdogan ji bo Kobanê jî heman tişt got lê encma li holê ye. Wê li Efrînê jî heman tişt bibe. Kesek nikare bikeve Efrînê."
'Bi broşurên ku ji balafiran diavêjin dixwazin gel bikişînin gundan'
Hediye anî ziman ku Tirkiye ji balafiran broşuran diavêje û dixwaze ku sivîlan ji bo xwe bi ke mertalê zindî û wiha berdewam kir: "Bi broşurên ku Tirkiye divêje dibje ' werin em tiştekî bi we nakin' û wan vedixwîne gundna. Herî dawî ev tişt li Mabatayê kirin. Dixwazin gel ji bo xwe bikin mertalên zindî."