YCR'ê û YJC'ê ji bo Efrînê tatbîqat dan destpêkirin

  • 16:18 14 Adar 2018
  • Rojane
QAMIŞLO - Yekitîya Ciwanên Rojava û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişloyê tatbîqatek bi navê Qada Cindirêsê dan detpêkirin.
 
Yekitiya Ciwanên Rojava (YCR) û Yekitiya Jinên Ciwan (YJC) bi navê Qada Cinderisê tatbîqet dan destpêkirin. Ji vê çalakiya ku di 13'ê Adarê de hat lidarxistin armanc ew bû ku qadeke wekî Cinderisê li qamişloyê bê avakirin ji bo ku ciwna xwe têda bibînin û di warê şer de xwe pêş bixînin.
 
Li qada ku li qamişloyê wekî qada Cinderisê hat îlankirin ciwanan berxwedaneke bêhepa dan. Tetbîqata ku hat destpêkirin wê ji aliyê ciwanan ve hefteyekê bê berdewamkirin Di heman demê de ev xebatên bi vî rengî wê li  li Herêma Cizîrê û  bajarên wekê Dêrikê,Girkêlegê û hesekê jî bên kirin .
 
Ji bo vê xebatê qada li ber Navenda Ciwanên Rojava ya Taxa Xerbiyê ya Kantona Qamişlo hate veqetandin. Qda ku hat veqetandin bi pankartên ku li ser "Ev der Cindirêsê ye, ev der berxwedane " hat xemilandin. Herwiha qad bi wêneyên Şehîdên berxwedana Serdemê jî hat xemilandin.
 
Li qada ku wekî Cinderisê hate îlankirin axafitin hatin kirin û wiha hat gotin:  "Em destpêkê berxwedana serdemê slav dikin û hemû şehîdên berxwedana serdemê bi bîr tînin. Em ê wek Gelê Herêma Cizîrê piştgiriya Herêma Efrînê bikin heta  dawîyê."
 
Her wiha jina bi navê Edila Mihemed jî, di derbarê rewşa Efrînê de nerînên xwe anîn ziman û wiha got:"Çima heta niha rêxistinên mafên mirovan bêdeng mane  ji bo Efrînê û kuştina ku tê kirin. Em êrîşên ku bi rengê hovane li ser sivîlên Herêma Efrînê tên kirin şermezar dikin û ser saxiyê ji hemû malbatên şehîdan re dixwazin."