TAYAD'yên ku li dijî 'cilên yekreng' meşiyan bi êrîşa polîsan rû bi rû man
- 15:32 14 Adar 2018
- Rojane
STENBOL - Endamên TAYAD'ê xwestin li dijî 'cilên yekreng' bimeşin lê bi êrîşa polîsan rû bi rû man û 6 kes hatin binçavkirin.
Endamên Komeleya Piştgirî û Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TAYAD) li dijî pêkanîna 'cilên yekreng' xwestin ji Qada Galatasarayê bimeşin ber bi Girtîgeha Sîlîvriyê. Polîsan êrîşî endamên TAYAD'ê kirin û 6 kes hatin binçavkirin. TAYAD'yan berdilkên "Em cilên yekreng" li xwe nakin li xwe kirin. Her wiha pankartên "Em ne sûcdar in em şoreşger in", "Em cilên yekreng li xwe nakin" hat vekirin. Her wiha di dema binçavkirinê de polîsan gef li rojnamegeran ên ku nûçe dişopand xwarin û gotin em ê we jî bigirin.