Di roja 54'emîn a êrîşan de 8 kesî jiyana xwe ji dest da

  • 15:11 14 Adar 2018
  • Rojane
EFRÎN - Êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê di roja 54'emîn de berdewam dikin. Vê carê jî blafirên TSK'ê Hêzên gel ên girêdayî Artêşa Sûriyeyê ku li Efrînê bûn kir û di encama van êrîşan de 8 kesî jiyana xwe ji dest da.
 
Êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê di roja 54'emîn de berdewam dikin. Di saetên serê sibehê de balafirên Hêzên Artêşa Tirk(TSK) Hêzên Gel ên girêdayî Artêşa Sûriyeyê ku li Efrînê diman hedef girtin û di encma van êrîşan de 8 kesî jiyana xwe ji dest da.
 
Herwiha Koordînasyona  Rewşa Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku ev hefteyeke ava ji gelê Efrînê re nayê dayîn.  Ji ber ku Bendava Meydankê ya ku pêdiviya avê ya Efrînê pêşwazî dike  ji roja ku Artêşa Tirk êrîşî Efrînê dike di binê bombebaranê de ye. Piştî ku navenda parzinandinê ya bendavê ji aliyê balafirên TSK'ê ve hedef hat girtin ava bajêr hatibû qutkirin.