'Roza Yaruk 2 roj in di bin çavan de ye'

  • 12:42 14 Adar 2018
  • Rojane
EDENE - Xebatkara Navenda Jinê ya Îştarê ya Şaredariya Akdenizê Roza Yaruk 2 roj in di bin çavan  de ye. Her wiha nayê hiştin ku Roza Yaruk bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. 
 
Xebatkara Navenda Jinê ya Îştarê ya Şaredariya Akdenizê ya ku hat girtin, Roza Yaruk di 13’ê Adarê de polîsan bi ser mala wê de girtibûn û ew kiribûn bin çavan. Rozaya ku birin Şaxa TEM’ê ya Mêrsînê piştre birin Muduriyeta Emniyetê ya Navçeya Karataşê ya Edeneyê. Rozayê 2 roj in di bin çavan de ye û nahêlin ku hevdîtinê bi parêzer û malbata xwe re bike. Her wiha hinceta binçavkirinê ji malbatê re nehat eşkerekirin.
 
Malbata Rozayê anî ziman ku bi dehan polîsên tevgera taybet li ber zaroka du sal û nîv a Rozayê ew girtin bin çavan. Her wiha malbatê diyar kir ku nexweşiyên weke tirs, xof û migrenê bi Rozayê re heye û ew ji ber vê rewşê bi fikar in. Di heman demê de malbata Rozayê anî ziman ku zoraka du sal û nîv doza dayika xwe dike û divê demildest ew hevdîtinê bi Rozayê re bikin.