Li Taxa Zeynel Abîdîn bingehê TOKÎ'yan hat danîn
- 11:29 14 Adar 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Taxa Zeynel Abdîîn a li Nisêbînê ku piştî pevçûnan hat hilweşandin eqûbeta wê piştî bi mehan diyar bibû. Di mehên borî de hat gotin ku wê li taxê TOKÎ bên çêkirin û dora taxê ji aliyê wezaretê ve bi têlan hatibû dorpêçkriin. Taxa ku dora wê hat dorpêçirin niha ji bo ku TOKÎ lê bên çêkirin xebtên danîna bingehê wan hatiye destpêkirin.
Li Nisêbîna Mêrdînê 6 taxên ku xweserî li wan hatibû îlankirin hatin hilweşandin. Li taxên Dîcle, Abdulkadîrpaşa, Firat û Yenîşehîrê piştî hilweşînê dest bi çêkirina TOKÎ'yan hat kirin û ji bo taxa Zeynel Abdîdîn tu agahî nehatibû dayîn. Derbarê taxa ku ev du salin bermahî lê tên valakirin de Wezareta Tax û Bajarvaniyê ji Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê re nivsek şand. Di rojên borî de hatibû ragihandin ku wê li taxê li ser daxwaza wezaretê 2 hezar û 600 xanî bên çêkirin. Wezareta ku piştî biryarê tax bi têlan dorpêç kir dest bi danîna bingehê avahiyan kir.
Hat aşkerarkirin ku li taxa ku ev nêzî dusalan e bermahî lê tên valakirin li hêla wê ya ku li rojavayê Kurdistanê dinêre wê park bê çêkirin û li kolana Onderê jî wê xanî bên lêkirin.
Gel malên ku tên çêkirin naxwaze!
TOKÎ'yên ku bêyî daxwaza gel binegê wan hatiye danîn ji niha de gelê li taxê aciz dikin. Ji bo bingehê ku li pişt têlan tê danîn makîneyên kar ên ku tên xebitandin toz û dûmanê bi ser taxê de rast dikin. Welatiyên ku nerazîbûnên xwe anîn ziman wiha gotin: "Bêyî daxwaza me çêkirina xaniyan berdewam dike. We talan kir lê bihêlin ku êdî em ji nû ve ava bikin."
'Navçe bû bajarê TOKÎ'yan'
Li taxa ku ji ber li ser sînor e xwedî girîngiya stratejîk e, nayê zanîn ku wê li qada ji dervî têlan maye çi bê kirinç. Li gel van hemû pêkanînan bi çêkirina TOKî'yên ku wê li taxa Dîcle,Abdulkadîrpaşa, Firat û Yenîşehîrê bên çêkirin re ku tê payîn wê 4 hezar û 600 xaniyên TOKÎ'yê bên çêkirin wê navçe bibe bajarê TOKÎ'yan.