‘Bi vîna jina azad dê Efrîn bi ser bikeve’

  • 11:11 14 Adar 2018
  • Rojane
Rûken Goman
 
GIRKÊLEGÊ - Jinên Akademiya  Mamosteyên Xweser êrîşên  li ser Efrinê şermezar kirin û diyar kirin ku gelê Efrînê xwedî hêzek û vîneke mezin e û dê dagirkerên ku êrîşî Efrînê dikin têk biçin.
 
Êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê bê navber didome. Ligel vê yekê berxwedana serdemê ya Efrînê jî her ku diçe bilindtir dibe. Têkildarî mijarê Jinên Akademiya  Mamosteyên Xweser anîn ziman ku ew dev ji axa xwe bernadin û dê hêviyên xwe li ser axa xwe mezin bikin.
 
‘Têkoşîna Efrînê dê bi ser keve’
 
Berdevka mamosteyên jin Xelat Brahîm êrîşên li ser Efrînê şermezar kir û  wiha got:”Bi êrîşên li ser Efrînê û bi hedefgirtina zarokan û jinan mafên mirovahiyê hatiye desteserkirin. Li dijî êrîşên dewleta tirk berxwedanek mezin heye. Em ê bi moralekî mezin hemû plan û projeyên wan ên qirêj têk bibe. Têkoşîna Efrînê dê bi ser keve.”
 
‘Bi vîna jina azad dê Efrîn bi ser bikeve’
 
Xelatê bal kişand ser rola jinên berxwedêr ên di parastina Efrînê de û wiha dewam kir:” Dema ku em qala lehengiyê dikin pêwîst e ku em tu caran rola jinê ji bîr nekin.Vîna jina azad di eniyên şer de li Efrînê mînaka herî bi wate ye. Lehengiya jinê bandorek mezin li ser civakê çê kiriye. Di vî şerî de dewleta tirk dixwaze bi taybet jina biçewisîne. Lê em ê wekî jin heta dawî rola xwe bilîzin û nehêlin ku tu kes me biçewisîne.”
 
‘Em nahêlin xeyalên dagirkeran pêk were’
 
Xelatê wiha dawî li axaftina xwe anî:”Bila dewleta tirk û hevkarên wê baş bizanibe ku em dev ji berxwedana xwe bernadin û em nahêlin xeyalên dagirkeran pêk were.”
 
‘Ew ê nikaribin bi êrîş û talanê me tune bikin’
 
Her wiha MamosteTolîn Mûsa jî êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê şermezar kir û wiha got:"Di despêkê de em berxwedana serdemê di şexsê jinê de silav dikin. Îro em dibînin ku ev hişmendiya ku êrîşî Kobanê kir heman hişmendî ya ku êrîşê Efrînê dike ye. Lê li dijî vê yekê  baweriya serkeftinê her tim di dilê me de şîn dibe. Ew ê nikaribin bi êrîş û talanê me tune bikin.”
 
Li Efrînê jin mînaka fedakariyê ye
 
Tolînê di dawiya axaftina xwe de wiha got:”Ligel hemû zor û zehmetiyan gelê Efrînê axa xwe terk nakin û berxwe didin. Jinên Efrînê bi berxwedana xwe ya bêhempa mînaka fedakariyê ne û em ê bi ser bikevin.”