‘Efrîn kela berxwedanê ye’

  • 10:26 14 Adar 2018
  • Rojane
Lîlav Elî
 
EFRÎN - Şandeya Cizîrê ya ku ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê wekî mertalên zindî berî dabûn Efrînê, gihaştin qada berxwedanê. Jinên di nav şandeya Cizêrê de anîn ziman ku ew dev ji axa xwe bernadin û dê hêviyên xwe li ser axa xwe mezin bikin.
 
Şandeya Cizîrê ya ku ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê wekî mertalên zindî berî dabûn Efrînê, gihaştin qada berxwedanê. Jinên di nav şandeya Cizêrê de sonda parastina axa xwe ya bi rûmet dan û gotin:”Kes nikare hêvî û jiyana me tune bike. Em hêza xwe ji berxwedana xwe digirin dê dagirker tu car nikaribin vîna me tune bikin.”
 
‘Efrîn kela berxwedanê ye’
 
Jina bi navê Zehra Ebid El Kerîmya ya ji Bajarê Qmişloyê diyar kir ku ji bo berxwedana serdemê dilê wan hemû yek e û got:”Em hêvî û awazên xwe bilintir dikin û piştgiriyê didin berxwadana serdemê. Dagirkerên ku êrîşî axa Efrînê dikin  dê di nava rûpelên tarî de têk biçin.”
 
‘Efrîn ne bi tenê ye’
 
Di heman demê de jina bi navê Fêroz Ibrahîm êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê şermezar kir û got:”Gelê Efrînê ne bi tenê ye, her  çar parçeyên Kurdistanê bi Efrînê re ye. Kurd xwedî vînek mezin e, kes nikare vîna me ya azad tune bike. Divê rêxistinên mafên mirovan ên naneteweyî jî peywira xwe bînin cih û li Efrînê xwedî derkevin.”
 
‘Serkeftin a me ye’
 
Her wiha jina bi navê Fatmê El Omer jî wiha got:”Em weke mertalên zindî hatin ku piştgiriyê bidin gelê Efrînê. Bila hemû kes baş bizanibe ku Efrîn ne bi tenê ye. Em ê heta dawî Efrînê biparêzin û em nahêlin axa me bê dagirkirin.”