Ceren Şîmşek: Xesandin sûc normal dike

  • 09:14 14 Adar 2018
  • Rojane
Habîbe Eren 
 
ENQERE - Parêzer Ceren Şîmşek balkişand ser îstîsmara zayendî ya wek nexweşî tê destgirtin û diyar kir ku ev îstîsmarê normal dike û ji ber vê jî xesandin ne çareserî ye û got: “Pirsgirêka esas ev e ku qanûn pêk nayên.” 
 
Bertekên li dijî qanûna xesandinê ya ji bo sûcên zayendî didomin. Parêzer Ceren Şîmşek derbarê mijarê de nirxandin kir û gotina berdevkê hikumetê Bekîr Bozdag a weke ‘Mijara di nav gel de wek xesandin tê zanîn wê bibe qanûnî. Kesên sûcên wan ên îstîsmara zayendî hene wê di hinek pîşeyan de nexebitin’ bibîr xist û got xesandin bi tu awayî nabe çareserî. 
 
Cerenê di berdewamiyê de bi lêv kir ku dema ji bo kesên vî sûcî dikin dermankirinek bê destpêkirin, li hember vê wê bê gotin ev nexweş e û ev rewş jî wê normal bê dîtin, lê îstîsmar, tecawiz, ev sûc in, ev mijara zîhniyetê ye. 
 
‘Têkoşîna topyekun pêwist e’
 
Cerenê destnîşan kir ku bi nîqaşkirian xesandinê re hat dîtin ku ev çalakî wek şîdeta zayendî nayên dest girtin û got: “Ji bo sûcên îstîsmarê ne xesandin ne darvekirin nabe çareserî. Pirsgirêka sereke zîhniyet e. Tenê bi cezakirina gumanbar dosya nayê girtin. Mirov dikarin çawa pêşî li vê bigirin. Li dijî vê têkoşîna topyekun pêwist e.” 
 
Cerenê di berdewamiyê de anî ziman ku AKP dema îstîsmarê diaxive zînayê jî di heman mijarê de nîqaş dike û ev pirsgirêkek mezin e. Cerenê wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Zîna mijareke ku hiqûqa ceza eleqeder dike nîne. Ji ber du kes bi daxwaza xwe dikevin têkiliyê û dewlet nikare tevlî vê bibe. Ev ancax dikare bibe sedema dest berdanê. Anîna cem hev a zayend û îstîsmara zayendî bi zanebûn e. Divê pergala bêcezabûnê ji holê bê rakirin. Li dijî vê jî têkoşîna topyekun pêwist e.”