'Ji komkujiyên li Efrînê NY û Ewropayê berpirsiyar in'
- 18:50 13 Adar 2018
- Rojane
EFRÎN - Hevseroka Meclisa Damezrîner a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediye Yusuf diyar kir ku ji komkujiyên li Efrînê Konsey Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî berpirsiyar in.
Êrîşên dewleta tirk ên li dijî Efrînê di roja 53'emîn de berdewam dikin. Hevseroka Meclisa Damezrîner a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediye Yusuf, ji ANHA'yê re nirxandin kir. Hediye diyar kir ku Endamên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ji êrîşên Tirkiye ên li ser Efrînê re çavên xwe digirin û wiha got: "Êrîşên li ser Efrînê di roja 53'emîn de ne. Endamên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên yekbûyî ku ji bo çareseriya pirsgirêkên li sûriyeyê civiyabû, li dijî komkujiyên li ser sivîlan ên ku Tirkiyeyê pêk anîn û di encmê de bi dehan zarok mirin ku hîna jî di binê kavilan de cenze hene û ji ber wê hejamara miriyan nayê zanîn bêdeng man."
Hediye diyar ku li Efrînê rewşeke trajîk tê jiyîn, gelê Efrînê li hemberî êrîşên dewleta tirk li ber xwe dide û ev tişt got: " Li Efrînê 500 hezar kes dijî, dewleta tirk li dijî wan operasyonên qirkirinê pêk tîne. Civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî komkujiyên li Efrînê li ber çavan navgirin. Hemû dewletên ku derbarê êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê dengê xwe nakin, şirîkên hikûmeta tirkiyê ne û destê wan jî di kuştina sivîlan de hene, armanca wan welatan tenê berjewendiyên xwe biparêzin e.”
'Zarokên Efrînê li dijî çeteyan şer kirin'
Hediye diyar kir ku Konseya Ewlekariyê di daxuyaniyên xwe de dibêje ku êrîşên Tirkiyê yên li ser Efrînê şerê li dijî terorê sikinandiye û ev nirxandin kir: “Zarokên Efrînê şerê terorê kirin, êrîşên Tirkiyeyê wê bibin sedema zindîkirina DAIŞ li herêmê."
'Civaka naventeweyî berpirsiyar e'
Hediye Yûsif di nava axaftina xwe de, diyar kir ku gelê Efrînê beşeke ji gelê Sûriyê ye û Efrîn jî beşek ji xaka Sûriye yê û hemû pêkhateyên wê li ber xwe didin. Hediye wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ger ku ev gel rastî komkujiyan bê, berpirsayên yekemîn ên van komkujiyan, civaka navneteweyî, Konseya Ewlekariyê, Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropa ne."