Di encama êrîşên li ser Efrînê de zarokek giran birîndar bû

  • 15:37 13 Adar 2018
  • Rojane
EFRÎN - Di encama bombebarana TSK'ê ya li ser kuçeya Eşrefiye ya Efrînê de zarokek bi awayekî giran birîndar bû. 
 
Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ji serê sibehê ve bi balafirên şer derdora navenda Efrînê bombebaran dike. Di encama êrîşa li ser kuçeya Eşrefiyeyê zarokê bi navê Îzzet Hisen û 14 salî bi awayekî giran birîndar bû. Zarokê ku rakirin beşa lezgîn rewşa wî cidî ye. 
 
Li gor daxuyaniya 4'ê Adarê ya Meclîsa Tenduristiyê ya Efrînê, di encama êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê jê 28 zarok û 25 jin bi tevahî 212 sîvîlan jiyana xwe ji dest dan.