Gelê Rojhilatê Kurdistanê wê çalakiyên xwe îro jî bidomîne

  • 12:30 13 Adar 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo şermezarkirina êrîşên li dijî Efrînê gelê Rojhilatê Kurdistanê bi şîara "Rojhilat Efrîn e" dê îro jî çalakiyên xwe bidomînin.
 
Gelê Rojhilata Navîn êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê do şev heta saetên dereng li qadan protesto kirin. Bi deh hezaran kes do şev li bajarên Bokan, Merîwan, Kamyaran, Seqiz, Mahabad, Selmasa û paytexta Îranê li Tehranê derketin qadan û êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê şermezar kirin. 
 
Gelê Efrînê ku bi şîara "Rojhilat Efrîn e" derketin qadan bêdengiya raya giştî ya navneteweyî jî şermezar kirin. 
 
Gelê ku tevî astengiyên rejîma Îranê çalakî li dar xistin dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Bimre Erdogan", "Dîktator Erdogan"," Dewleta dagirker a Tirk" berz kirin. 
 
Gelek kesên ku li Merîwanê derketin qadan ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. 7 kesên ku hatin binçavkirin navên wan wiha ne: Ednan Hesen Pûr, Arman Xefûrî, Mihemed Daniş, Feramerz Mihemedî, Nasih Bexşî, Diyar Bezdanî ve Ehmed Îran Pena.
 
Welatiyên ku do şev heta saetên dereng ji bo Efrînê çalakî li dar xistin anîn ziman ku ew ê îro jî çalakiyên xwe bidomînin û bang li hemû kesî kirin ku beşdarî çalakiyên ji bo piştgiriya Efrînê bibin.