Komîteya Amadekar a Newrozê ya Amedê ji bo newroza Amedê daxûyanî da
- 12:20 13 Adar 2018
- Rojane
AMED - Komîteya Amadekar a Newrozê ya Amedê ku dê Newrozê bi dirûşma “Newroz Berxwedan e, Li Hemberî Faşîzmê Bihara Gelan e” pîroz bikin li Salona Konferansa Vedat Aydin daxûyanî dan. Hevseroka DBP’ê ya Amedê Naşîde Toprak got ku ew bi dirûşmeya ‘Newroz Berxwedane, Li hemberî Faşîzmê Buhara Gelan e’, bang li gelê xwe dikin ku rol û rista xwe ya dîrokî ya evîndariya azadiyê pêk bîne û biherike qadên Newrozan.
Komîteya Amadekar a Newrozê ya Amedê ku dê Newrozê bi dirûşma “Newroz Berxwedan e, Li Hemberî Faşîzmê Bihara Gelan e” pîroz bikin li Salona Konferansa Vedat Aydin bi tevlîbûna Parlementera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yigîtalp û Hevseroka DBP’ê ya Amedê Naşîde Toprak, Hevseroka HDP’ê ya Amedê Fîlîz Buluttekîn, endam û rêvebirên HDP û DBP’ê daxûyanî dan. Di salonê de pankarta “Newroz Pîroz Be, Newroz Berxwedan e” hat daliqandin. Daxûyanî bi tirkî ji aliyê Hevserokê HDP’ê ya Amedê M. Şerîf Camci û kurdî bi aliyê Hevseroka DBP’ê ya Amedê Naşîde Toprak ve hat xwendin.
Naşîdeyê got ku ew wekî gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn Newroza îsal di nava kriz û qeyranê de pêşwazî bikin û wiha got: “Ev geşedanên dîrokî yên ku li welatê me pêk tên û dîroka zilm û înkara sed salan a ku li ser gelê me tê ferzkirin, hatiye wê asta ku kêr gihîştiye hestî. Ev zilm û înkar, tenê bi têkoşîn û berxwedanê dikare were şikandin. Ev asta înkar û tunekirinê ya li ser jiyana gelan, pêwistiya xeta azadiyê, jiyana hevpar û wekhev, girîngiya têkoşîn û berxwedanê ya gel û civakan baştir bi me dide zanîn.”
‘Coşa 8’ê Adarê bi biryardarî digihînin Newrozê’
Naşîdeyê di berdewamiya axaftina xwe de got di van rojên ku bi zext û zorê tên meşandin de, şert û mercên siyaseta demokratik ji holê hatine rakirin û wiha pêl da axaftina xwe: “Ew kesên ku li hemberî zihniyeta darbekar, metîngeriya kedê, rûxandina xwezayê, polîtîqayên înkar, îmha û asîmîlasyonê, qirkirin û dagirkeriyê, qirkirina çandî û siyasî hêviya gel û civakan li ser lingan digirin û didin jiyandin. Îro mil bi mil û bi hêzeke ji hemû deman zêdetir li ber xwe didin. Jinên ku ji têkoşîna me re pêşengiyê dikin, îro jî di eniya herî pêş a berxwedanê de cihê xwe digirin. Têkoşîna ku jinan dike kirdeya jiyana azad bilindtir dikin û coşa 8’ê Adarê bi biryardarî digihînin Newrozê.”
‘Plansazî bi baldarî tên meşandin’
Naşîdeyê bi lêv kir ku welatekî hevpar, hem welatî bûna wekhev, çareseriya demokratik, têkoşîna li hemberî tevahiya pêkanînên faşîzmê, rakirina tecrîdê, ferzkirina kincên yektîp û herî dawî jî êrîşa li ser Efrînê, rojevên gelê wan ên sereke ne û ev tişt got: “Em Newroza 2018’an bi van rojevan pêşwazî dikin. Ji bo ku gelê me cejna azadiyê bi coş û li gorî girîngî û giraniya Amedê pîroz bike, hemû amadekariyên me berdewam in. Ji bo amadekariyên beriya Newrozê 1200 hevalên me bi rihê seferberiyê xebatên xwe dimeşînin. Ji bo ku Newroz bi coşa cejna azadiyê bê pîrozkirin, hemû plansazî bi baldarî tên meşandin. Xebatên me yên mêvanên ku ji hundir û derveyî welat ji bo Newroza Amedê bên vexwendin gihîştine asta dawî û li ber temambûnê ne. Ji hundir û derveyî welat daxwaza beşdarbûna Newroza Amedê ya 2018’an di asta herî jor de ye.”
‘Rol û risteya xwe ya dîrokî ya evîndariya azadiyê pêk bîne’
Naşîdeyê di dawiya axaftina xwe de got ew bawer in ku, dê gelê wan roja 21’ê Adarê bi coş, bawerî û biryardariyeke mezin bibe lehî û biherike qada Newrozê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi hêvî û baweriya serkeftin û azadiyê, em careke din bi şîara; ‘Newroz berxwedan e, li hemberî faşîzmê buhara gelan e’, bang li gelê xwe dikin ku rol û risteya xwe ya dîrokî ya evîndariya azadiyê pêk bîne û biherike qadên Newrozan.”