Mêrê ku îstismara zayendî kir hat girtin

  • 10:56 13 Adar 2018
  • Rojane
MUGLA - Mêrê bi navê Adnan Gulluçayir ku li Marmarîsê bi tundiyê jinek tacîz kiribû û dest xistibû ser telefona wê, hat girtin.
 
Li Marmarîsa Muglayê Adnan Gulluçayir (46) îstismara zayendî li jinek ku ber bi mala xwe ve diçû, kir. Adnan berê tundî li jina ku diçû mala xwe kir û dawiyê dest xist ser telefona wê. Bi agahîdayina welatiyên derdorê ekîba tendirustiyê hat û jina ku tundî lê hat kirin rakirin nexweşxaneyê. 
 
Di encama nêrîna li kamerayên ewlehiyê de Adnan hat binçavkirin. Adnan piştî karê wî yê emniyetê qediya sewqî edliyeyê hat kirin. Adnan ji ber sûcê "Dizî û îstismara zayendî" hat girtin.