Ji Sûdenazê banga hestiyariyê: Çima kesek tiştekî nake

  • 10:47 13 Adar 2018
  • Rojane
Evrim Kepenek
 
STENBOL - Jinên ku beşdarî civîna Meclîsa Jinê Tirkiyeyê bûn îstismar û êrîşên ku li wan hatine kirin rave kirin. Zaroka 13 salî Sude Naz jî bi nameyekê bertek nîşanî îstismar û êrîşan da û di nameya xwe de wiha got:"Çima kesek tiştekî nake?"
 
Navenda Çand û Hunerê ya Turkan Saylan a li Maltepeya Stenbolê 11'ê Adarê roja yekşemê ji meclîsa jinan a Tirkiyeyê malovantiya yekem kir. Rêveberên Bajarê Stenbolê yên HDP'ê, Parlamentera berê ya CHP'ê Binnaz Toprak, Jinên ji Partiya ÎYÎ, parêzer, bijîşk, bermalî û gelek jin beşdarî civînê bûn.
 
Jinên ku beşdarî civînê bûn bi 3 dk'yan fikrên xwe anîn ziman.
 
Ji daxistina cezayan re bertek hat nîşandan
 
Jineke ku xwest biaxive hêsirên wê hatin xwarê û wiha got:" Diya min hat qetilkirin. Ez jî niha ji bo jin ji aliyê hevserên xwe wekî diya min nê kuştin têdikoşim. Bila cezayê mêrên ku jina qetil dikin neyê daxistin. Divê em hemû jin bibin yek û berxwe bidin. "
 
'Hevserê min mala me şewitand'
 
Jinek ku ji Elezîzê hatibû ew jî wiha axivî:"Hevserê min dema ku ez li malê bûm mal şewitand. Kesekî tiştek nekir. Ez ditirsim ku tiştek bê serê min. Ez dîsa jî li vir im û ez jî dixwazim têbikoşim."
 
Sude Naz a ku 13 salî: Divê bêtir komele bên avakirin
 
Herî dawî parêzera ku li ser mafên jinan xebatê dike mafê axaftinê girt û nameya Sude Nazê xwend:"Li gor min divê ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan komele hîn zêdetir bên avakirin. Divê di vî warî de zarok jî bên perwedekirin. Hinek mirov îstismarê ji rêzê dibînin. Sedema vê yekê jî ew e ku zarokan naxin dewsa mirovan û bawer nakin ku mafên zarokan jî hene. Yên ku îstismarê dikin naqedin, kesek tiştekî nakin. Ji bo em pirsgirêkan çareser bikin divê em derfetan îro bi kar bînin ne sibehê."
 
Piştî danezana encamê meclîsên jinan tê payin ku bi çalakiyên xwe hîn bêtir derkevin kuçeyan.