Gulseren Turan: Em ê di 21'ê Adarê de li qadan bin
- 10:18 13 Adar 2018
- Rojane
Filiz Zeyrek
EDENE - Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Edeneyê Gulseren Turan diyar kir ku piştî li Edeneyê starta Newroza ku dê di 21'ê Adarê de çê bibe dan û civîna çapemeniyê li dar xistine piştre ji bo îfadeyê gazî wê kirine. Gulseren Turan wiha got:"Ev pêkanînek antîdemokratîk e. Em ê di 21'ê Adarê de li qadan bin, ev banga mafê me yê herî rewa ye."
Do li Edeneyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Meclîsa Bajarê Edeneyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo Newroza 21'ê Adarê bi civîna çapemeniyê starta Newrozê dan. Hevseroka Bajarê Edeneyê ya HDP'ê Gulseren Turan a ku di civîna çapemeniyê de daxuyanî xwend piştre ji bo îfadeya li emniyetê gazî wê kirin.
'Ev ne sûc e'
Gulserenê bertek nîşanî gazîkirina wê ya ji bo îfadeyê da û wiha got:"Newroz cejna gelê Rojhilata Navîn e. Em her tim li cejna Newrozê xwedî derketin û me pîroz kir. Ev ne sûc e."
'Em ê di 21'ê Adarê de li qadan bin'
Gulserenê wiha dewam kir:"Newroz li gelek cihî tê pîrozkirin. Em ê jî di Newrozê de li qadan bin. Em bang dikin ku hemû gelê me dakevin qadan. Ev banga mafê me yê herî rewa ye."
'Dê gel di 21'ê Adarê de bên ba hev'
Gulserenê diyar kir ku ji bo her daxuyaniyê gazî wan dikin ku ji bo îfadeyê bidin û wiha berdewam kir:"Ev rewşa 'pêkanînek antîdemokratîk e'. Em li dijî pêkanînên dijdemokratîk têdikoşin loma li ser me zextek mezin heye."
Gulserenê herî dawî wiha got:"Em ê ji bo her rojên girîng bang li gelê xwe bikin. Me ji bo 8'ê Adarê bang kir em ê ji bo 8'ê Adarê jî bang bikin. Dê îsal jî gel di 21'ê Adarê de werin ba hev. Em hemû gelê xwe vedixwînin qadên Newrozê."