Têkoşîna çar zarokên ku dê û bavê wan hatine girtin
- 09:48 13 Adar 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Li Nisêbînê 4 xwişk û bira ku yê herî biçûk 3 salî û yê herî mezin 16 salî ye dê û bavê wan hatin girtin û niha her çar zarok têkoşîna jiyanê didin.
Di demên dawî de bi OHAL’ê re rêjeya tijebûna girtîgehan derket ji sedî sed. AKP ya li her bajarî girtîgehên nû ve dike, li Mêrdînê jî li ser riya Amedê girtîgehek nû çêdike. Yek ji van bajarên ku zext lê zêde bûne jî Mêrdînê ye. Li Mêrdînê girtin roj bi roj zêde dibin. Kamuran û Guneş Susan yên li Nisêbînê dijîn û xwedî 4 zarokane, di pêvajoya dawî de ji ber dosyayên kevn hatin girtin. Li pey xwe jî 4 zarokên ku yê herî biçûk 3 û yê herî mezin jî 16 saliye hiştin. Kamuran 9 sal û Guneşê jî 4 sal ceza girt.
Dê û bav di hundir de û zarok jî li derve!
Kamura ku ji ber ‘endamtiya rêxistinê’ ev 3 sal e girtî ye li girtîgeha Qeyseriyê tê girtin. Bavê ku 9 sal ceza girtiye ji du mehan carekê zarokên xwe dibîne. Dayik Guneş jî beriya di 2015’an de dema 8 meh ducanî bû hat girtin. Di mehekê de hat berdan û zaroka wê ya wê demê hat dinê niha 3 salî ye. Guneş niha ji ber dosyaya xwe ya kevn bi sûcdariya ‘propagandaya rêxistinê’ kiriye 4 sal ceza girt û birin girtîgehê. Guneş li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dimîne û ewil kurê xwe yê 3 salî Berat girt cem xwe. Guneşa du meh berê hat girtin, ji ber şertên girtîgehê neçar ma kurê xwe bişîne malê.
‘Em dixwazin li cem dayika xwe bin’
Zarok niha li Nisêbînê dimînin. Zarokê herî mezin Akîf ê 16 salî got: “Birayê me Berat yê herî biçûke û mehek berê ji girtîgehê derket. Her şev beriya razê behsa dayika me dike. Em dixwazin dayika me li cem me be. Yê herî mezin ezim. Apê min yê li cem me jî astengdare. Ez jî ji bo li xwişk û birayên xwe binêrim dixebitim. Em dayika min dixwazin. Tu sûcê wan tunebû. Rîska surgunkirina dayika min jî heye. Ger biçe emê çi bikin. Ez banga hestiyariyê li ÎHD û STK’yan dikim. Bila bikevin nav tevgerê. Em naxwazin tenê mezin bibin. Em dixwazin dê û bavê me li cem me bin.”