Hamîde Yîgît: Ji bo Tirkiyeyê hişyariyek cidî tuneye

  • 09:46 13 Adar 2018
  • Rojane
ENQERE - Nivîskar Hamîde Yîgît diyar kir ku qada navneteweyî li dijî êrîşên li hemberî Efrînê bêdeng e û di warê ku Tirkiye agirbestê pêk bîne de bi awayekî cidî hişyarî nayê kirin û wiha got: “Li Efrînê qirkirinek mirovahiyê ya cidî dikare pêk bê. Rûsya ji bo Tirkiyeyê li cem xwe bigire ji cîhadiyan re jî cih vekiriye.
 
Êrîşên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê yên li hemberî Efrînê didomin û berxwedana gelê Efrînê jî mijara gotinê ye. Tevî ku Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (BMGK) biryara agirbestê girtiye jî Tirkiye êrîşên xwe didomîne û her wiha xetên avê, ceyran û ragîhandina bajar jî tên texrîbkirin.
 
 Pispora Rojhilata Navîn nivîskar Hamîde Yîgît derbarê êrîşên li hemberî Efrînê ku ket roja 53’emîn de nirxandin kir.
 
‘Welatên Rojava dirûtiyê dikin’
 
Hamîdeyê bi lêv kir ku berbi bajar ve pêşveçûyînek heye lê qada navneteweyî di nav bêdengiyek cidî de ye û wiha pê deçû: “Der barê agirbestê de ji bo Tirkiyeyê hiştiyariyek cidî nehatiye kirin. Ez di alî welatên rojava de dibêjim. Di vir de bi awayekî balkêş du alî dilîzin.”
 
‘Hişyariyek cidî tuneye’
 
Hamîdeyê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Rusya jî wisa ye. Niha êrîşek ku ber bi navenda bajar ve diçe heye. Gel li bajar kom bûye û bi xetereyek mezin re rû bi rû ne. Li hember vê jî bêdengiyek cidî heye. Tenê Heyva Sor a Sûriyeyê bi NY’ê re hevkar e ku alîkariya mirovane bigihînin wir. Lê di alî hişarkirina Tirkiyeyê de tu pêngav tune. Dikare qirkirinek mezin a mirovahiyê pêk bê. Hatine ber bajar. Em jî difikirin ku qada navneteweyî çi planan pêk tîne yan jî dixwazin pêk bînin.”