Jinên Botanê wê bi ruhê 8’ê Adarê Newrozê pîroz bikin

  • 09:04 13 Adar 2018
  • Rojane
ŞIRNEX - Jinên Şirnexê ji bo Newroza Cizîrê bang kirin û diyar kirin ku wê ruhê 8’ê Adarê bibin qadan û bi rengên xwe wê qadên Newrozê veguherînin biharê.
 
Jinên Şirnexê bi dirûşma ‘Newroz berxwedan e, li dijî faşîzmê bihara gelan e’  banga tevlîbûna Newroz 2018’an kirin.  Jinan bi lêv kirin ku di Newrozê de wê aştiyê biqîrin û wê bi rengên xwe qadên Newrozê biguherin biharê.
 
Jina bi navê Pîroz Tetîk daxuyakirin ku Newroz ji bo gelê kurd xwedî cihekî girîng e û got her sal bi coşek mezin, bi ruhê berxwedanê cejna Newrozê pîroz dikin û wê îsal jî bi heman hestan pîroz bikin. Pîrozê wiha got: “Em ê ruhê 8’ê Adarê bibin Newrozê. Ez bang li hemû gelê Şirnexê dikim ku dakevin qadên Newrozê.”
 
‘Em ê qadên Newrozê biguherin biharê’
 
Jina bi navê Meryem Yilmaz jî destnîşan kir ku wê wek jinên Botanê qadên Newrozê tije bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jinên di 8’ê Adarê de li qadan bûn wê qadên Newrozê jî tije bikin. Em ê hemû dest bidin hev û azadî, wekhevî, aştiyê biqîrin.”
 
‘Bila Newroza 2018’an serkeftinê bîne’
 
Hevseroka DBP’a Şirnexê Ayşe Altay jî nêrînên xwe wiha anîn ziman: “Hêviya me ev e ku Newroza 2018’an ji bo gelê kurd, aştî, wekhevî û azadiyê bîne. Em ê li qadan aştiyê biqîrin. Ji şer re ‘na’.Ew dibêjin şer em dibêjin aştî. Em dibêjin wekhevî. Wê serkeftin ya gelê kurd be. Ez bang li dayik, ciwan, jin, mêr û zarokên Botanê dikim ku dest bidin hev û Newrozê pîroz bikin. Bila Newroz serkeftinê ji me re bîne.”
 
Akîde Kabul jî ji berxwedêrên Efrînê re silavên xwe şandin û got wê ruhê 8’ê Adarê bibin Newrozê û her kes vexwend pîrozbahiya Newrozê.