'Efrîn hêviya me ye'

  • 09:01 13 Adar 2018
  • Rojane
Lîlav Elî-Fîdan Rêzan
 
EFRÎN - Jinên herêma Efrînê êrîşên dewleta tirk şermezar kirin, berxwedana serdemê slav kirin û gotin:"Wê jinên Efrînê ji bo parastina axa xwe hemû bibin mîna Avesta û Barînan."
 
Berxwedana Efrînê di roja xwe ya 53'an de didome. Her ku diçe êrîşên dewleta tirk ên li ser herêma Efrînê hîn mezintir û dijwartir dibin. Li beramberî kuştina sîvîlan, bêdengiya dewletên navneteweyî balê dikişîne. Lê li kêleka vê bêdengiyê jî gelê Efrînê berxwedeneke serdemê dide meşandin. Jinên herêma Efrînê êrîşên dewleta tirk şermezar kirin û anîn ziman ku ew dev ji axa xwe bernadin û ew ê berxwe bidin.
 
'Heta jinek li ser axa Efrînê bimîne ev berxwedanê bidome'
 
Jina bi navê Xalîse Elî wiha got: "Îro bi sedan welatiyên herêma Efrînê ji bo piştgiriya şervanên YPG û YPJ’ê yên li çeperên şer, berê xwe dane Efrînê. Bila Erdogan baş bizanibe ku heta dilopa xwîna me ya dawiyê em ê li ser xaka xwe bin û dev ji ax û zeytûnên xwe bernadin. Tevî ku ew qas dewleta Tirk bi balafiran êrîşî gelê herêma Efrînê dike, dîsa jî gel berxwedaniyeke bêhempa li hember êrîşên dijwar dide nîşandan, ji ber ku em xwedî fikir û îradeya azad in. Heta ku yek jin li Efrînê bijî, wê li hember dewleta tirk şer bike û têkoşîna xwe dewam bike. Hemû jinên Efrînê wê bibin mîna Avesta û Barînan."
 
Her wiha jina bi navê Sadîqa Şahîn Yûnis jî  hestên xwe wiha anî ziman: "Em wek dayîkên Efrînê dayikên Avesta û Barînan tu carî em ê gavan paş de neavêjin, heta dawiyê em ê piştgiriya zarokên xwe li çeperên şer bikin. Bila Erdogan nebêje qey ew ê bi ser bikeve, serkeftin a gelê Efrînê ye."
 
Zekiyê Xelîl êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û wiha got: "53 roj in dewleta tirk bi hevkariya Nato'yê  bi hemû çekên xwe yên giran êrîşî gelê herêma Efrînê dike. Zarok, jin û dayikan qetil dike, dixwaze ku bi êrîşên xwe tirsê di dilê gelê Kurdan de çêbike û îradeya wan binpê bike, lê Erdogan nizane ku her dayîkek li Efrînê bûye agirê ji berxwedanê û tekoşîna xwe dewam dikin. Bila Erdogan vê baş bizanibe ku gelê Kurd ên li ser fikira azad û felsefeya Rêber Apo hatine perwerdekirin ji tang, top û balafirên wî natirsin. Hêza gelê Kurd ji hemû çekên Erdogan bihêztir e."
 
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Xedîce Muhemed jî berxwedana gelê Efrînê ya li hemberî êrîşên dewleta tirk pîroz kir û wiha got: " Efrîn hêviya me ye. Em berxwedana gelê Efrînê pîroz dikin. Em jî ji bo piştgiriya gelê Efrînê li kolanan e. Em ê bi wekheviya gelan serkeftina xwe misoger bikin û Erdogan dê têk biçe."