Kurdên lê Ewropayê ji bo Efrînê rabûn ser piyan
- 17:39 12 Adar 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Êrîşên li ser Efrîn ê li Rûsya, Almanya û Kanadayê bi çalakiyên ku hatin lidarixistin hatin şermezarkirin. Di çalakiyên ku hatin lidarxistin de wêneyên kesên li Efrînê hatin qetilkirin hatin hilgirtin û li dijî komkujiyan banga hestiyariyê hat kirin.
Çalakiyên li dijî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê li Ewrpoyê roj bi roj zêde dibin û lev dibin. Li Rûsyayê komkujiyên li ser sivîlan tên kirin ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve hatin şermezarkirin. Kurdên ku li navçeya Erşov ya Saratovê dijîn, li ber Navenda Çanê ya Kurdan hatin gel hev. Girseyê alên YPG û YPJ'ê hilgirtin û dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê" berz kirin.
Di çalakyê de Hevseroka Otonomiya Çanda Kurd a Erşovê Gulîzara Yûsûf axivî û wiha got; “Kurd yekane hêz in ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê têkoşiyane û bi ser ketine. Kurdên ku mirovahî li dijî van çeteyên dijminê jinan û qetilker parastin, îro tên qetilkirin. Erdoğanê ku bavê DAIŞ’ê ye dixwaze tola DAÎŞ’ê ji Kurdan hilîne. Hêzên navnetewî jî bi piştgirîdayîna komkujiyên dewleta Tirk û Erdoğan dibe hevkarê komkujiyan. Divê Rûsya berî demekê li dijî komkujiyên dewleta Tirk bikeve nava tevgerê. Hêviya me û Kurdistaniyên li Rûsyayê dijîn jî ev e.” Çalakî bi dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.
Li Adîgeyê jî kurd li qadan bûn
Kurdistaniyên ku li Komara Xweser a Adigeyê ya ku girêdayî Rûsyayê ye dijîn ji bo Efrînê li li ber Navenda Çanê ya Kurdan hatin gel hev. Kurdistaniyan alên YPG, YPJ'ê û PKK'ê girtin destên xwe û wêneyên Abdullah Ocaln hilgirin dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê" berz kirin.
Di çalakiyê de Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurd (KNK) ya Rûsyayê Feyzo Huseyîn axivî û wiha got: "Dewleta tirk li Efrînê bêyî ku bibêje ev zarok, kal an jî pîr e gel di komkujiyê re derbas dike. Tişta îro Tirkiye li Efrînê dike sûcê şer e. Li dijî vê Faşîzmê ne tenê kurd divê cîhan rabe ser piyan. Ev komkujî ye û kesên li dijî vê komkujiya sedsala 21'emîn bêdeng bike hevlarê komkujiyan e."
Hevseroka Otonamiya Çanda Kurd a Adîgey Sînem Broyeva jî wiha got: "Hikûmeta AKP'ê ku gelê kurd dîsa ji ser axa wan koçber dike û li şûna wan çeteyên mîna DAÎŞ'ê bi cih dike li ser gelê kurd komkujiya etnîkî dike. Rûsya ya ku li dijî van komkujiyna bêdeng e jî hevkarê komkuyên dewleta tirk e.
Li berlînê pankart hat daliqandin
Li Almanyayê xwendekarên li Zanîngeha Teknîkê ya li Berlênê dixwînin li dijî êrîşên li ser Efrînê, çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin û pankarta ku komkujiya li Efrînê nîşan dide li avahiya zanîngehê daliqandin.
Li ber avahiya SPD'ê çalakî
Li bajarê Saarbrucken yê Almanyayê Kurdistaniyan li ber buroya SPD'ê ya li Saarlandê ji bo Efrînê çalakî pêk anînin û xwestin ku Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Heîko Maas ji bo Efrînê bikeve tevgerê.
Li Kanadayê gel diçalakiyê de ye
Li Kanadayê li kolana ku tevger lê zêde ye ya bi navê Dundas ku li Torontoyê ye ji bo Efrînê çalakî hat lidarxisitin. Kurd û dostên wan wêneyên kesên li Efrînê hatin qetilkirin hilgirtin û kesên li derdorê jî belavok belav kirin. Di çalakiyê de ji bo rawestandin êrîşên li ser efrînê banga hevkariyê kirin.