Mertala zindî ya Efrînê Fikriye: Em Efrînê nadin Erdogan

  • 16:28 12 Adar 2018
  • Rojane
Ruhenda Amed 
 
EFRÎN - Fîkrîye Reşîd a ku ji bo bibe mertala zindî ji Qamişloyê hat Efrînê di bin êrîşên tank û balafiran de çalakiya xwe berdewam dike. Fikriyeyê derbarê êrîşên li ser Efrînê de wiha got:"Dema ku mijar Kurd be agirbest jî fêde nake. Lê em bi mehan û salan jî di bin van balafiran de bimînin em Efrînê nadin Erdogan. 
 
Berxwedana gelê Efrînê ya dijî êrîşên dewleta tirk ket roja 52'an. Derdora Efrînê hatiye dorpêçkirin û gelê Efrînê di bin tehdîda komkujiyê de ne. Mertalên zindî ku ji Bakurê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê hatine biryar dan ku ew Efrînê terk nakin. Mertalên zindî ku piştgiriyê didin serîhildana Efrînê di bin top û balafiran de çalakiyên xwe berdewam dikin. Ji 7 salî heta 70 salî hemû kes beşdarî çalakiya mertalên zindî dibin û çalakiyê bi dîlan û bi dirûşmeyan didomînin.
 
Fîkriye Reşîd a ku 58 salî ye tevî hemû astengiyan ew jî ji bo bibe mertala zindî hatiye Efrînê. Fikriyeyê anî ziman ku ew ji bo piştigiriyê hatine Efrînê û ew çalakiya xwe bi coş û moraleke mezin didomînin.
 
'Em dev ji Efrînê bernadin'
 
Fikriyeyê anî ziman ku çalakiya wan li kuçeya Eşrefiyeyê didome û anî ziman ku ji doh şev heta serê sibehê derdora bajêr hatiye bombebarankirin. Fikriyeyê got ku tank û topên Erdogan nikare me ji rêya me vegerîne. Em di vê sermayê de li derve rakevin jî em dev ji Efrînê bernadin."
 
'Komplo vê carê jî gelê Kurd hedef digire'
 
Fikriyeyê bal kişand ser bêdengiya raya giştî ya navneteweyî û got:"Dewletên navneteweyî komploya ku anî serê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro jî dixwazin bînin serê gelê Kur. Wan got qey gelê Kurd dê bi girtina Serokatî bên çewisandin lê têkoşîna me mezintir bû. 20 sal derbas bû lê em teslîm nebûn. Em ê bi heman îradeyê li Efrînê jî xwedî derkevin."
 
'Dema ku mijar Kurd bê agirbest jî bê fêde dimîne'
 
Fikriyeyê anî ziman ku gel li Efrînê şerê îradeyê dike û got:"Tirkiye li gor biryara agirbestê ya Neteweyên Yekbûyî tev negeriya. Dema ku mijar Kurd be biryara agirbestê jî bê fêde dimîne. Cîhan li dijî vê komkujiyê bêdeng dimîne. Kesên ku îro êrîşî Efrînê dikin DAÎŞ'ê. Dibêjin 'Allahu Ekber ' û malên Kurdan didizin."
 
'Dixwazin xwîna Kurdan birijînin'
 
Fikriyeyê herî dawî wiha got:"Em ê jî heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê ji bo zarokên xwe berxwe bidin. Em hemû îro Efrînî ne. Em ê heta dawî doza xwe biparêzin. Dixwazin xwîna me birijînin. Bila hemû kes vê yekê baş bizanibin ku heta em Kurdek li Efrînê bimînin em ji Efrînê dernakevin."