Zarokên şehîdan ji bo zarokên Efrînê rabûn ser piyan

  • 16:12 12 Adar 2018
  • Rojane
QAMIŞLO - Zarokên şehîdên Herêma Cizîrê ji bo zarokên Efrînê nemirin bi wêneyên zarokên ku li Efrînê ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve hatin qetilkirîn, rakirin û çûn ber avahiya NY’yê ya li Qamişlo. Çalakiya zarokan li gel gelê Qamişlo berdewam e.
 
Nerazîbûn û çalakiyên ji bo rawestandina êrîşên dewleta tirk  û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê ku heta niha bi sedan sivîl û bi taybet jî zarok hatin qetilkirin, li seranserê Rojava berdewan dikin. Zarokên şehîdên Rojava yên Herêma Cizîrê jî ji bo zêdetir zarok sêwî neminin û zarok nemirin ji bo Efrînê rabûn ser piyan. Zarokên şehîdan bi malbatên xwe re ji bo bîranîna şehîdan û bîranîna 12 Adarê çûn Şehîdgeha Delîl Saroxan ku gorên dayik û bavê wan ên şehîd lê hatibûn definkirin.  l
 
Zarok piştî ku ji ser gorên dayik û bavê xwe vegeriyan ji bo rawestandina êrîşên dewleta tirk û komên  girêdayî wê û piştgiriyê bidin berxwedana Efrînê berê xwe dan konê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî yê li Qamişloyê hatibû vekirin. Zarokan wêneyên zarokên ku li Efrînê hatîn qetilkirin bilind kirin û ji NY'ê pirsîn çima zarok dimirin û hûn bêdengin?. Gelê ku ji duh ve li ber deriyê NY'yê  bêdengiya hêzên navneteweyî li ber saziya  NY'yê şermezar dikin, zarok bi coş pêşwazî kirin. Çalakiya zarokên şehîdan û gelê Qamişlo li ber deriyê Neteweyên Yekbûyî berdewam e.