Welatıyên Qamişloyê bi meşa bi heybet hesap ji kujeran pirsîn

  • 14:45 12 Adar 2018
  • Rojane
QAMIŞLO - Di pêşengiya  Kongreya Star de bi duruşma"Serhildana 12'ê Adarê bû sembola Şoreşa Rojava" li  Kantona Qamişloyê meşeke girseyî hat lidarxistin.
 
Di pêşengiya  Kongreya Star de bi duruşma"Serhildana 12'ê Adarê bû sembola Şoreşa Rojava" li Kantona Qamişloyê meşeke girseyî hat lidarxistin. Di meşa ku hat lidarxistin de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên YPG/YPJ'ê û wêneyên pakrewanên 12'ê Adarê hatin hilgirtin û dirûşmên "Bijî berxwedana Efrîn" hatin berzkirin. 
 
Meşa ku ji Qada Şehîd Rûbar a Qamişlo ya taxa Xerbiyê hat destpêkirin bi  dirûşmeyên"Bijî berxwedana Efrînê" "bijî berxwedana Qamişlo" heta  Stadyûma  Şehîdên 12'ê Adarê bardewam kir.
 
Piştre deqeyek rêz hat girtin û axaftin ahtin kirin. Di axaftinan de  ev tişt hat gotin:"Em hemû şehîdên 12'ê Adarê bi bîr tînin û soza xwe nûh dikin daku em ê bibin şopdarên riya Heqîqetê û tevahî şehîdên me yên 12'ê adarê."
 
Meş bi diruşmeyên "Bijî berxwedana Efrînê"  "Bijî berxwedana Qamişloyê" bi dawî bû.