Li Şengalê pîrozbahiya 8'ê Adarê didome
- 12:48 12 Adar 2018
- Rojane
Bêrîvan Şengal
ŞENGAL - Li Şengalê pîrozbahiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê didomin.
Li Şengalê pîrozbahiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê didomin. Li gundên ku ji destên çeteyên DAÎŞ'ê hat rizgarkirin pîrozbahiyên 8'ê Adarê didome. Jinên Kurd û Ereb bi hev re 8'ê Adarê pîroz kirin.
Berî pîrozbahiyê ji aliyê Rêveberiya YJŞ'ê ve civîn hat lidarxistin. Di civînê de hat gotin ku dê bi rihê Avesta Xabûran têkoşîna jinên Kurd dê bidome û li dijî dagirkeran dê serî nê tewandin.
Piştî civînê koma koroyê û şanoya ji bo 8'ê Adarê derket ser dikê. Jinan bi govend û dîlanê 8'ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz kirin.
Jinên Ereb û Kurd bi coşek mezin 8'ê Adarê pîroz kirin û gotin:"Em ê li dijî çanda baviksalarî serî hildin û heta dawî têbikoşin û dilê me bi berxwedana Efrînê re ye."
Şahiya 8'ê Adarê bi girtina dîlanê bi dawî bû.