Tacîza zayendî teşhîr kir: Divê jin li dijî van sûcan bê deng nemînin
- 12:09 12 Adar 2018
- Rojane
AMED - Jina ku ji aliyê belgefîlmên P.B hat îstismarkirin anî ziman ku divê jin li dijî sûcên bi vî rengî bê deng nemînin. Jina ku hat îstismarkin diyar kur ew ê vê hefteyê serîlêdana sûc bike.
Jina ku ji aliyê belgefîlmên P.B hat îstismarkirin li ser medyaya cîvakî, îstismara ku pê rû bi rû maye rave kir. Jinan bertek nîşanî pêkhatina îstismara zayendî dan. Serîhildana li dijî hişmendiya desthilatdar a mêr jî dewam dike.
Parastina rewa bi kar anî
Jina ku hat îstismarkirin anî ziman ku wê bi saya hevalek xwe bi P. nas kiriye û wan li ser jin, belgefîlm û sînemayê sohbet kirine û anî ziman ku dema ku ew û P. bi hev re ber bi rawestgehê ve meşiyane P. ew dawetî mala xwe kiriye û wiha pê de çû:"Dema ku em ber bi rawestgehê ve dimeşiyan P. min dawetî mala xwe kir. Mala wan ji ber ku nêzî rawestgehê bû bi zorê xwest ku min têxe hundir avahiya ku mala wî tê de ye. Li ser vê yekê min parastina xwe ya rewa bi kar anî."
Jina ku bi îstismara zayendî rû bi rû ma wiha got:"Min li dijî P. parastina xwe ya rewa bi kar anî. Em ê wekî jin heta dawî li dijî van êrîşana xwe biparêzin. Divê jin li dijî van êrîşana bê deng nemînin."
Hat hînbûn ku hevkarê P. yê Monayê şirîkatiya xwe ya bi P. bi dawî kiriye. Her wiha piştî teşhîra bûyerê hat zanîn ku P. li holê nexwiyaye.