ROJEVA 12'Ê ADARA 2018'AN
- 09:00 12 Adar 2018
- Rojev
*Parlamenterên jin ên HDP’ê ku der barê wan de gelek fezleke hatine amadekirin, diyar kirin ku dema mijdar dibe HDP hiqûq pêk nayê. Parlamentera Agiriyê ya HDP’ê Dîlan Dirayet Taşdemîr ev rewş wek ‘siyaseta dagirkirî’ bi nav kir û got dixwazin şerê li Efrînê normal bikin û nawazin civak van rastiyan bibîne.
*Sekretera 6’emîn Şaxa Egîtîm Sena Îzmîrê Îdîl Ugurlu diyar kir ku zextên wek girtin û binçavkirinê yên li dijî sendîkayên girêdayê KESK’ê bi armanca çewisandinê tên kirin û hîna ku tarîtiyê jin nedîtine divê têbikoşin. DÎMEN HEYE
*Jinên di berxwedana rêveberiyên xweser yên Nisêbînê de bûn sembol, şopên ku nayên paqijkirin li pey xwe hiştin. Di dosyayên jinên hatine qetilkirin de heta niha tu pêşketin çênebûye û 17 jê zarok bi giştî 67 kes 76 caran bi muebetê tên darizandin.
*Bertekên li hemberî talîmata sansurkirina nûçeyên der barê îstîsmara zarokan û şîdeta li ser jinan a ji aliyê Tayyîp Erdogan ve hatiye dayîn, didomin. Jinên Muglayê peywira çapemeniyê bi bîr xistin û banga zêdetir çêkirina nûçeyan kirin. BI DÎMEN
*Rêveber û Endamên Kongra Star ya Bajarê Til Temirê êrîşên li ser Herêma Efrînê şermezar kirin û gotin; "Dewletên navneteweyî bi bêdengiya xwe dibin şirîkê êrîşên Rûsiya û Tirkiyê ên li ser Efrînê." DÎMEN HEYE
*estana gelekî kûrtir dibe û bi heybetek mezin dimeşe. Ji bo mirovahiyê riyek nû ya di riya heqîqetê de nîşan dide. Lê faşîst û hêzên pişt wê çi dikin wê çi bikin. Wê ecîzî û şerma xwe çawa veşêrin, an jî wê karibin veşêrin.
*Dayikên Amedê bertek nîşanê çeteyên ku ketine navenda Efrînê şermezar kir û gotin ku gelê kurd li dijî komkujiya ku îro Efrînê tê kirin deng derbixin. DÎMEMEN HEYE