Tirbespipiyê li ser piyan e!

  • 17:29 11 Adar 2018
  • Rojane
TIRBESPIYE - Bi 100'an şêniyên Bajarê Tirbesipiyê ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê rabûn ser piyan û meşekê girseyî li dar xistin.
 
Li Tirkbesipiyê li dijî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser navenda Efrînê gel rabû ser piyan û meşeke girseyî li dar xist. 
 
Welatiyên ku li pêşiya Navenda Kongireya Star a Bajarê Tirbesipiyê kombûn  alên YPG,YPJ'ê û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hildan û dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê" berz kirin. Meşvan piştî ku li derdora suka bajêr geriyan heta derketina bajêr meşa xwe berdewam kirin. Di dawiya meşê de ji aliyê TEV-DEM'ê ve daxuyaniyeke hat dayîn û êrîş hatin şermezarkirin.
 
Meş bi dûrşma "Bijî berxwedana Efrînê" , "Efrîn ne bitenê ye" bi dawî bû.