Kobanê ji bo Efrînê li ser piyan e
- 15:29 11 Adar 2018
- Rojane
KOBANÊ - Bi hezaran welatiyên Kobanê û navçeyên wê di bin dirûşma 'Her der Efrîn her der berxwedan' meşeke girseyî li darxistin.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi armanca piştgriya berxwedana serdemê ya herêma Efrînê meşek girseyî organîze kir. Di meşê de hemû saziyên civaka sivîl YPJ/YPG, Tirafîk, Asayîş û heyeta ji Başûrê Kurdistanê jî li gel welatiyên Kantona Kobanê cihê xwe di meşê de girtin.
Meşevanan posterên rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên Kongireya Star, YPJ/YPG,TEV-DEM'ê û saziya malbatên şehîdan hilgirtin û dirûşmên " Bijî berxwedana Efrînê", "Efrînê em heta mirinê bi te re ne" hatin berzkriin Meşa ku ji Qada Jina Azad hat destpêkirin û heta Qada Şehîd Egîd berdewam kir.
Piştî ku meş hat rawestandin ji bo pakrewanên azadiyê deqeyek rêz hat girtin û piştre jî Cîgira Hevseroka Encumena Zagonsaz ya Herêma Firatê Fewziya Ebdî axivî. Fewziya diyar kir ku wê gel heta dawiyê li ber xwe bide û wiha got: "Ev bû 51 roj gelê Efrînê li hembrî top û tangên Erdogan li ber xwe didê. Dewleta tirk bi armanca qirkrina gelê kurd û vala kirina Efrînê berê xwe daye Efrînê. Lê gelê Efrînê wê heta dawiyê li dijî dagirkeriyê serî hilde û wê serkefitnê bi dest bixe."
Meş bi dirûşma 'Her der Efrîn her der berxwedan' li qada Şehîd Egîd bi dawî bû.