'Efrîn ne bi tenê ye herêma Cizîrê li pişta wê ye'
- 14:51 11 Adar 2018
- Rojane
QAMIŞLO - Bi hezaran welatiyên Herêma Cizîrê meşeke girseyî ji bo berxwedana serdemê ya Herêma Efrînê li dar xistin.
Bi hezaran welatiyên Herêma Cizîrê meşeke girseyî ku bi giştî ji gelên Bakûrê Sûriyê pêk dihat bi hemû rêxistin,sazî, meclîs û komîn tevli bûn ji bo piştevaniya berxwedana serdemê hat lidarixistin.
Meş ji Qada Şehîd Xebat ya Hîlaliyê hat destpêkrin û heyatan Qada Şehîd Rûbar a Taxa Xerbiyê berdewam kir. Meşa ku hat lidarixistin bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat xemilandin û diruşmên "bijî serok Apo" "Bê serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana Efrînê" hatin berzkirin.
'Tu kes nikare hêza me bişikîne'
Rêvebera Kongreya Star Xaliya Necar a ku tevli meşê bû li ser berxwedana serdemê û êrîşên deweta tirk nirxandin kir û wih got: "Em çawa ku li Kobanê bi ser ketin, em ê li Herêma Efrînê jî bi ser bikevin. Arîn Mîrkan bû sembola berxwedana Kobanê, Ewesta Xabûr jî bu sembola berxwedanê ya Herêma Efrînê. Hi ber vê yekê em ê bi rihê Avesta û Arînan bi ser kevin. Ti dewlet di cîhanê de nikare vîna gelê kurd bişkîne. Ji ber ku em şagirtê serok Apo ne. Em bi fikir, raman û felesefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan mezin bûne "
Efrîn xwîşka Kobanê ye ti caran serî natewîne!
Xaliya di berdewamiya axavtina xwe de berxwedana Kobanê bi bîr xist û wiha got: "Em dibêjin Efrîn a ku xwişa Kobanê û Cizîrê ye û ne bi tenê ye em Bakûrê Sûriyê bi giştî li pişta wê ne û hetanî dilopa xwîna me ya dawî jî em ê ji bo Efrînê li ser piyan bin."
Piştî axavtinan welatiyên Herêma Cizîrê berê xwe dan Saziya Netewên yekbûyî (NY) ku xwe wekî saziya mafên mirovan a navnetweyî bi navê dike ya li taxa Kornîş ku ji bo xeteriya li Efrînê ji wan re vebêjin. Çalakvan bi biryarin ku heta encamekê bigrin li saziya mafên mirovan a taxa Kornîş bimînin.