Jinên sosyalîst ji bo piştevaniya Efrînê dibin mertalê zindî

  • 14:23 11 Adar 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan (SYPG) û Jinên Azad ên Sosyalîst (JAS) bi daxuyaniyekê ragihand ku li dijî dagirkirina Efrînê ew ê bibin mertalên zindî.  
 
Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan (SYPG) û Jinên Azad ên Sosyalîst (JAS) bi daxuyaniyekê ragihand ku li dijî dagirkirina Efrînê wê komeke mertalên zindî pêk bînin û bişînin Efrînê.
 
Di daxuyaniya hevpar a SYPG û JAS'ê de wiha hat gotin; "Berxwedana me ya mezin a Efrînê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a mêtinger di roja 51'ê de ye. Weke SYPG û JAS, li dijî van êrîşên dagirkeriyê em ê bi hêza ji herêma Cizîrê û kantonên Firatê bi rê bikevin, komeke nû ya mertalên zindî bişînin."
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku faşîzm wê têk biçe û ev tişt hat gotin; "Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk divê gelên me yên bindest ên li çar aliyên cîhanê, hêzên şoreşger û pêşverû bi milyonan dakevin qadan û berxwedana me ya Efrînê xurt bikin. Mêtingerî, faşîzm wê têk biçin, berxwedana me ya Efrînê wê bi ser bikeve. Em bi rêzdarî bejna xwe li ber şehîdên xwe ditewînin û serketinê ji hemû berxwedêrên xwe re dixwazin."