Bi Alîn Taşçiyan re sohbeta yekşemê: Hewcedariya me bêhtir bi jinan heye
- 14:05 11 Adar 2018
- Rojane
Evrîm Kepenek
STENBOL - Rexnegira sînemayê Alîn Taşçiyan diyar kir ku jin her tim di dîrokê de ji jiyana civakî û profesyonel dur hatine xistin û got: “Di sînemayê de jî di rojnamegeriyê de jî di jiyana taybet de jî em jin wê tu car dest ji daxwaza wekheviyê bernedin. Cîhan li ser keda jinê hatiye avakirin. Hewcedariya cîhanê ne bi dewlemendiya pir, bi jinan heye.”
Rexnegira sînemayê Alîn Taşçiyan têkiliyek taybet di navbera keda jinê ya di sînemayê de ava kiriye û diyar dike ku di dîrokê de her tim keda jinê tune hatiye hesibandin û got keda jinê tune be cîhan nikare li ser piyan bisekine. Alîn li ser rexnegiriya sînemayê, li ser sînemaya jinê û azadiyên Tirkiyeyê ji ajansa me re axivî.
We çawa dest bi rexnegiriya sînemayê kir?
Min di Mîlliyetê de nûçegîhaniya çand û hunerê dikir. Pêşniyar ji bo min hat û gotin li ser sînemayê binivîse. Ez jî tirsyam. Ji ber rojnameya Yenî Yuzyil nû vebibû û Atîlla Dorsay derbasî wir bibû û piştî wî nivîsandin mirov ditirsand. Min ji mamosteyên xwe yên zanîngehê pirsî. Piştre min Sevîm Okay dît. Her kesî piştgirî da min û ez bûm wek edîtora rupela sînemayê. 8 mehan wisa berdewam kir. Piştre jî nivîs hatin.
Hun wek rexnegirekê li çi baldar dibin?
Ewil min bi awayekî profesyonel fîlm temaşe kirin. Divê mirov baş konsatre bin. Di hinek fîlman de çîrok mirovan digire û dibe. Hinek fîlm jî di alî dîtbarî de bandor dike. bêguman huner û naverok jî di sînemayê de girîng e. Ez li van jî baldar dibim. Lê ev li gorî kesan diguhere. Ez nafikirim ku formulek vê heye.
Hun fîlmên derhênerên jin yên Tirkiyeyê çawa dibînin?
Jin hilberînerin lê nayên dîtin. Bi sala mîhrîcanên wek Fîlm Mor em zêdetir bi fîlmên jinan agahdar dibin. Sala borî wezareta çandê piştgirî daye 159 fîlmî. Tenê sê fîlm yên derhênerên jin bûn. Divê ewil em li ser van bisekinin. Sînemavanên jin nayên dîtin. Ev mijarek dîrokî ye. Di seranserê dîrokê de jin li her qadê hatine çewisandin û di sînemayê de jî wisa bûye. Jin her tim hepsî malê hatine kirin. Nehiştine tevlî jiyana civakî bibin. Ji sedî 80’ê xwarinên cîhanê jin çêdikin. Jin tune bin cîhan birçî dimînine .Ev daneyên zanistî ne. Ev keda jinê ye. Hewcedariya cîhanê zêdetir bi entelektuel û dewlemendan tune. Lê hewcedariya cîhanê zêdetir bi jinan heye. Perwerde girtina jinan jî pêvajoyek dereng e. Jin dereng tevlî jiyana perwerdeya demokrasiyê bûne. Ji van hemûyan bêpar hatine hiştin û bêguman ev bandorê li sînemayê jî dike.
'Jin di sînemayê de kêm in'
Bûyera sedsala 21’ê sînema be jî hebûna jinan kêm e. Hejmara lîstikvanên jin pir e lê hejmara derhêneran kêm e Bedena jinan wek alava daxwazê tê pêşkêşkirin. Di fîlman de lîstikvanên jin wisa tên pêşkêşkirin. Ji bo sînemayê dibêjin hunerek ji bo mêran ji aliyê mêran ve tê kirin. Pergala serdest a mêr ya li Tirkiyeyê pir êrîşkare. Ji ber vê jinên Tirkiyeyê dereng dest bi sînemayê kirin û dereng dest bi derhênerî û çêkeriyê kirin. Lîstikvanî pir pêş ket. Dibe ku gelek jin gelek bi şans bin, dibe ku Tirkiye ji gelek welatan baştir be jî lê di alî tevlîbûnê de qet têr nîne. Hejmara lîstikvanan zêde ye lê derhênerên jin kêmin. Ji ber vê em dest ji daxwaza wekheviyê bernadin.
Hun azadiyên li Tirkiyeyê çawa didin dinixînin?
‘Me ji Kurdan re nedigot kurd’ Ez bêjim em li welatekî azad bûn, ev ne rast e. Ji ber ku me ji kurdan re nedigot kurd. Me ji ermeniyan re nedigot ermenî. Yên bêjin em ji salên 1940’î baştirin, tenê xwe dixapînin. Bêjin em şûnde jî dîsa xwe dixapînin. Tirkiye welatekî wisa ye. Dem bi dem pêşketin çêdibin, lê carna jî diguhere. Hawirek nîqaşê ya baş tune. Di vê rewşê de em çawa venasîna azadiyê bikin.
Hun ji bo temaşevanên sînemayê kîjan fîlman pêşniyar dikin?
Bila fîlmên salên 1920’an temaşe bikin. teqez fîlmên beriya deng bê sînemayê temaşe dikin. Ez kesek ji teknolojiyê hez dikim. Sînema li sînemayê tê temaşekirin. Ji bo min li sînemayê temaşekirina fîlm pir cudaye. Ji ber pîşeya min ez gelek fîlmên onlîne temaşe dikim lê tu tişt cihê sînemayê nagire