Li Başûr gel ji bo Efrînê daket qadan

  • 11:47 11 Adar 2018
  • Rojane
SILÊMANÎ - Li başûrê Kurdistanê gel wê li 9 navendan ji bo Efrînê dakeve qadan.
 
Gelê başûrê Kurdistanê wê li dijî êrîşên deweta tirk û komên girêdayî wê yên li ser naveda Efrînê ku li ser sivîlan pêk tîne derkeve qadan.  Piştî banga seferberiyê ya  Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê çalakiyên ku duh bişev hatin destpêkirin wê îro li Başûr li 9 navendan berdewam bikin.
 
Di çarçoveya van çalakiyan de wê îro li başûrê Kurdistanê li bajarê  Silêmanî, Hewlêr, Kerkûk, Kelar, Koyê, Teqteq û Seyîsadiq bi deh hezaran kes li dijî êrîşên li ser Efrînê dakevin qadan û êrîşên dewleta tirk şermezar bikin.