Bi hezaran gelê Girkêlegê ji bo Efrinê daketin qadan!

  • 11:15 11 Adar 2018
  • Rojane
GIRKÊLEGÊ - Li ser banga seferberiya lezgîn ji bo efrinê  bi hezaran gelê Girkêlegê daketin qadan û êrîşên Dewleta tirk şermezar kirin û gotin em ji bo parastina Efrînê amade ne.
 
Ev bû 51 roj ku berxwedana serdemê bi hemû hêza xwe berdewam dike. Gelê Bakurê Sûriyê li sernaserê Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Sûriyê li ser piyan e. Li ser banga seferberiya lezgîn ji bo efrinê gelê Girkêlegê bi hemû neteweyên xwe bi hezaran daketin qadan û êrîşên Dewleta tirk bi meşekê girseyi şemezar kirin.
 
Meşa ku ji Qada Şehîd Xebat hat destpêkirin bi posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocaln û alaên  TEV-DEMÊ hat xemilandin. Meş heta derketina bajêr hat berdewamkirin. Piştî ku meşvan li derketina bajêr rawestiyan ji bo pakarewanên azadiyê deqeyek rêz hat girtin.
 
Piştî rêzgirtinê axaftin hatin kirin û wiha hat gotin: "Em îro rojên dîrokî dijîn. Ji ber ku îro li Efrinê berxwedanek bêhepa tê dayîn. Li gel vê berxwedana ku tê dayîn gelê me bi êrîşên hewayî û bejayî yên dewleta tirk di komkujiyê re tê derbaskirin.  Lê her kes bê deng e.   Dewleta tirk dixwaze îradeya me bişikîne. Lê wê qet bi ser nekeve. Ji ber ku em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.   Li her der berxwedan û serhildana me wê berdewam bike. "  
 
Meş bi dirûşmên “Bijî berxwedana Efrînê” hat bidawîkirin.