Foza Yusuf: Çar parçeyên Kurdistanê li dora Efrnê bibin xelek
- 10:52 11 Adar 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Revberiya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yusuf, diyar kir ku banga seferberiyê li 4 parçeyên kurdistanê û gelê li derê welat kir ku li dora Efrînê bibin xelek.
Hevseroka Revberiya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yusuf, derabarê pêşketinên dawîn ên li Efrînê de axivî. Foza diyar kir ku di serû de Rûsiya hêzên navneteweyî ji komkujiyên li ser gelê sivîl ên li Efrînê berpirsiyar in.
'Gelê Efrînê bi komkujiyê re rûbirû ye'
Foza anî ziman ku Efrîn li dijî Erdogan û DAÎŞ'ê li ser navê hemû mirovahiyê li ber xwe dide û wiha berdewam kir: "Gelê Efrînê û lehenêgên wê di roja 51'emîn li dijî dijmin berxwedaneke dîrokî dimeşîne. Niha Efrînê ji bo komkujiyên li ser gel ji aliyê Tirkiye û komên girêdayî wê ve tê dorpêçkirin. Gelê Efrînê bi komkujiyeke mezin re rûbirû ye. Armanca Erdogan ew e ku bi sedhezaran welatiyên sivîl ên Efrînê di komkujiyê re derbas bike û demografiya Efrînê biguhere. Dixwaze ku Efrînê radestî komên çete bike."
Bbanga seferberiyê
Foza di berdewamiya axaftina xwe de ji bo Efrînê banga seferberiyê kir û wiha got: "Ez bang li 4 parçeyên Kurdistanê û gelê me yê li derîvî welat dikim ku ji bo Efrînê seferber bibin. Îro Efrînê ye dibe ku sibe Minbicê be û piştre di dorê de tevahiya Sûriyeyê heye. Erdogan ji bo ku li Efrînê komkujiyan bike gelê Gutayê firot. Ji ber vê divê ku gelê me yê li Bakurê Sûriyeyê hemû rabe ser piyan û ji vî sûcê mirovahiyê re bibêje na."
Her wiha Foza di dawîya banga xwe de bang li ciwanên 4 parçeyên Kurdistanê kir ku li dora berxwedana Efrînê bibin xelek û bang kir ku bên Efrînê.
'Wê bewrxwedan bi ser keve'
Foza Yusuf wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ji hemû gelê xwe û mirovahiyê re dibêjin ku wê di pêşegiya fermadariya Awesta û Îlanê de berxwedana me berdewam bike. Wê ber xwedan bi ser keve."