'Serhildana Qamişloyê bingeha şoreşa 19'ê Tîrmehê ye'

  • 10:07 11 Adar 2018
  • Rojane
Ronida Hacî 
 
TIL TEMIR - Endama  Rêveberiya Têkiliyên Diplomasî ya Kongreya Star Eliya Oglo diyar kir ku serhildana Qamişloyê bû bingeha şoreşa 19'ê Tîrmehê û got:"Gelê Kurd di dîroka xwe de bû şahidê gelek serîhildan û berxwedanên bêhempa, serîhildana Qamişloyê jî bêhempa ye û em bi serbilindî bi bîr tînin."
 
Rêvebera têkliyên dîplomasî ya Kongra Star a Bajarê Tiltemirê ya Kantona Hesekê Eliya Oglo bi boneya salvgera 12'ê Adarê şehîdên Serhildana Qamşlo b ibîr anî û got: "Serhildana Qamişloyê ket 14. salvegera xwe, ev serhildan ji bo gelê kurd dîrokeke bi rûmet e. Ji ber ku gelê kurd li himber Rêjîma Baas ya Sûriyê serî hilda."
 
Eliya di berdewamkirina axaftina xwe de wiha got: "Di 12'ê Adara 2004'an de li Bajarê Qamişlo di navbera tîma Cîhad a Qamişlo û tîma Fitiwê ya Dêrazorê de maça futbolê hat lîstin. Lê dema lîstikvan û gel derbasî stadyumê bûn, komên nîjadperest ku ji berê de ji aliyê Rejîma Baas ve hatibûn erkdarkirin, diruşmên li dijî gelê kurd berz kirin, li gel dirûşman jî bi keviran êrîşî kurdan kirin. Polîs û leşkerên rejîmê hemwext êrîş pêk anîn û hemû deriyên stadyumê girtin. Rêjîma Baasê di wê demê de kîn û nefreta xwe diyar kir."
 
Serhildana yekîtiyê bû!
 
Eliya wiha axaftina xwe domand:"Piştî van êrîşan serhildan li seranserî herêmên Rojava belav bû. Her wiha kurdên Heleb û Şemê jî serî li dijî hêzên rêjîmê hildan. Di van serhildanan de jî gelek welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Di serhildanên tevahiya Rojava de bi hezaran kes hatin girtin û hinek ji wan jî hatin windakirin.
 
Lê gelê kurd serî netewand û hem di warê parastinê hem jî di warê siyasî de rêxistinkirina xwe mezintir kirin. Lewma serhildana Qamişlo wekî, Çirûska Şoreşa 19’ê tîrmehê tê pênasekirin."
 
Kurd û Ereb di neteweya Demokratîk de yek in!
 
Eliya di dawiya axftina xwe de wiha got:"Xewna gelê kurd ên Rojava bû ku mafên xwe bidestbixin û bi xwe, xwe birêve bibin. Îro jî gelê Kurd Serkêşiya Şoreşa tevahiya Sûriyê dike. Gelê kurd xwedî sîstem û projeyeke demokratîk e. Sîstema li Rojava,sîstemekê demorkatîk e. Îro sernavên hemû nîqaşên hêzên navnetwî ne,îro jî sîstema federal ya demokratîk bersiva herî tund dide rêjîma Baas. Ji ber ku êdî gelê herêmî yekin û li himber zilm û zordariya wî serî hildidin. Nema kesek dikare nakokiyan bixe navbera kurd û ereban."