Li Nisêbînê 134 roj: Li pey kesên dîrok nivîsîn 2 sal (2)
- 09:45 11 Adar 2018
- Dosya
Nîşeyên berxwedanê yên qehremanên bê nav
MÊRDÎN - Li her taxên ku şopa lingên ciwanên ber bi berxwedanê de dibeziyan hebûn, tenê bîranîn man. Qehremanên bê nav yên berxwedan li dîrokê nivîsîn, li pey xwe gotinên watedar hiştin û li rupelên dîrokê cihên xwe girtin.
Piştî îlankirina rêveberiyên xweser şûnde bi giştî li Nisêbînê 5 caran qedexe hat îlankirin û ya herî dirêjî di 14’ê Adara 2016’an de hat îlankirin û ev qedexe wek ‘sendroma Nisêbînê’ di hişan de ma. Ciwanan pêşengiya berxwedanê kirin û li 6 taxên ku qedexe lê pêk dihat 134 rojan êrîşên dijwar pêk hatin. Di ser berxwedanê re du sal derbas bû û gelê Nisêbînê bi berxwedanê hîna li ser piyan e. Gel berxwedan bi stran û govendê pêşwazî kir Nisêbîna ku di Newroza 1992’an de rastî zilma dewletê hat, di qedexeyan de jî heta sibehê li ser barîkatan diman. Gel bi stran û govedan li dijî tanq û topan berxwe da.
Di 3’ê Hezîrana 2016’an de tevî hemû êrîşan Nisêbîn bi heybetek mezin li ser piya bû. Tevî daxuyaniya wezareta karê hundir a wekê ‘operasyon qedyan’ jî bi rojan ji hewayê navçe hat bombebarankirin. Di dilê Nisêbînê de rihê berxwedana ku naçewise Li Nisêbîna ku axa berxwedêrên digot ‘Nisêbîn destanek qehremaniyê ye’ dîrok hat nivîsîn. Kesên di jiyana xwe ji dest dabûn di nîşeyên ku nivîsandibûn de digotin ‘Van rojan tu car bi wêjeya mexdurbûnê nenivîsin, mexdur nikarin dîrokê binivîsin, lê em dîrokê dinivîsin’. Van gotinan li her kolanên Nisêbînê hiş ava kir. Ciwanên gotin ‘Emê destanê binivîsin, bi bawerî û biryara yên me vedibêjin’ wek perporok reviyan agir û li her taxa ku şopa lingê wan heye bîranîn hiştin. Qehremanên ku nîşeyên berxwedanê hiştin, li pey xwe gotinên watedar hiştin û di rupelên dîrokê de cihên xwe girtin. Niha li Nêsibînê li her qadê şop û gotinên endamên YPS û YPS JIN’ê tên qêrîn. Gelo kê çi gotibû û çawa dihat nasîn.
‘Gelo dewletek ma dikare dewleta xwe dagir bike?’
Nurullah Bozdogan yê bi şekirê bêrika xwe pira zarokan di dilê xwe de vedişart, her kesî ew wek Sînan nas dikir. Sînan bi gotinên xwe yên ‘Kevirekî jî tu dayne, tu jî azad be’ tê zanîn. Her wiha gotinên Sînan yên der barê rêveberiyên xweser de jî wiha bûn: “Dewlet niha êrîşî me dike, çekên herî giran bi kar tînin, mîlyon dolaran xerc dikin. Bala we kişandiye di êrîşan de, sirûdên dema îstîlakirina Osmaniyan tên lêdan û li taxên tên xistin jî alê diçikînin. Her ku zarok, jin, kal û pîran qetil bikî wê demê tu wek dijmin dibînî. Ger tu alê biçiqînî wê demê tu dagir dikî. Xuyaye tu car ev ax nebû ya tirkan û ji ber vê tu dagir dikî. Ma gelo dewletek dikare dewleta xwe dagir bike? tiştek wisa hatiye dîtin? Ger hebe jî ew der tirkiye ye..”
‘Em bi tilîliyan diçin mirinê’
Sevîm Arzu (Hebun Sîlopî) jî li taxên berxwedanê di nav hevalên xwe de got ‘ji teslimiyetê re na’ û jiyana xwe ji dest da. Hebûn ya ku jina herî bi tevgera li taxa Dîcleyê bû gotina xwe ya 'Lê heval’ di hişê hemû Nisêbînê de ma. Hebunê roja qedexe hat îlankirin cilên nû li xwe kiribû û sedema vê jî wiha gotibû: “Em ê li vir wê bimrin. Tanq û topên wan hene. Em baş dizanin ku em ê şehîd bikevin. Tişta em dixwazin bibînin jî ev e. Em bi tilîliyan diçin mirinê. Ji ber vê ez dixwazim bi cil û bergên paqij biçim mirinê. Dema cenazeyê min bikeve destê wan bila nebêjin qirêje.”
‘Belê ev wê ne, ev wêne ye’
Abdurrahman Oral (Xalit Mêrdîn) zarokê çavreş yê taxa Zeynelabîdîn û Kanîka bû. Dayikên taxê gelek jê hez dikirin. Xalit 24 saetên xwe bi çêkirina barîkatê derbas dikir û her tim zarok li dora wî bûn. Xalit her dawiya çêkirina barîkatê çîkolat li zarokan belav dikir û ji ber vê zarokan digotin ‘Heval Xalit tu wek çîkolatayî ji ber tu jî bi qasî wê şêrînî’. Her wiha Xalit ji aliyê çapemeniya herêmî û biyanî ve jî eleqeyek mezin dît û wêneyê ku du roj beriya qedexe dest pê bike ji aliyê çapemeniya biyanî ve hatibû kişandin jî bû wêneyê dawî yê Xalit. Xalit sedema kişandina wî wêneyî jî wiha vegotibû: “Ez dizanim tişta hun dixwazin bikşînin jiyan û cihê berxwedêrekî yê rojane ye. Belê ev wêne, ev wêne ye.” Nisêbîna ku qet bombe lê bêdeng nebûn, di esasê de wêneyê berxwedêrekî danî holê. Wek gotina ku Xalit gotiye ‘Belê ev wêne, ev wêne ye’.
SIBÊ: Dosya kesê hatine qetilkirin, hatine rakirin: Ji bo kesên bi îşkencê îfade dane 76 sal cezayê muebetê