‘Jin li dijî pêvajoyên travmatîk divê tora piştevaniyê ava bikin’
- 09:43 11 Adar 2018
- Rojane
Duygu Cînîvîz
AMED- Sekretera Jinan a SES’ê ya Amedê Rozerîn Çatak diyar kir ku divê tenduristiya rûh a jinan di çarçoveya mafên jiyanê de bê dest girtin û li dijî pêvajoyên travmatîk banga piştevaniyê li jinan hat kirin.
Sekretera Jinan a SES’ê ya Amedê Rozerîn Çatak diyar kir ku divê tenduristiya rûh a jian di çarçoveya mafên jiyanê de bê dest girtin bandora şerê psîkolojîk yê li ser jin û civakê nirxand.
Rojzerînê anî ziman ku ji ber rewşa şer a li Tirkiyeyê ev psîkolojî dîsa hatiye rojevê û got: “Di 2015’and e bi berxwedana rêveberiyên xweser re şerê li bajaran hatin jiyîn .Bi sedan kes sê mehan di malên xwe de man û derneketin. Bê av, ceyran bi rojan di bin bombebaranan de jiyan. Piştî hewldana darbeyê jî darbeya sîvîl xistin dewrê û rewşa derasayî îlan kirin. Ji ber vê travmayek mezin hat jiyîn.
‘Encamên travmatîk hatin jiyîn’
Rozerînê bi lêv kir ku bi taybet jin û zarok bi awayekî cidî di bin bandora şer de mane û di alî psîkolojîk de travmayên cidî jiyane û got: “Hinek jinan serî li psîkologan dan. Hinek jî di qadên rêxistinbûnê de têkoşînê dimeşînin. Li Surê travmayên mezin hatin jiyîn. Bi taybet jî zarokan jiya ev travma. Valakirin, hilweşandin û tunekirina çanda taxê rê li ber encamên travmatîk vekir.”
‘Saziyên jinan yên serlêdan bê kirin neman’
Rozerînê daxuyakirin ku bi OHAL’ê re di serî de jin û bi taybet gelê Amedê pêvajoya girtîgeha vekirî jiyane û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber li ser mafên jinan zextên cidî hene. Jin hepsê malê hatin kirin, rastî zextên, bav, bira û hevjînan hatin. Welatiyên hatin koçberkirin pirsgirêkên aborî û çandî dijîn. Hejmara serlêdna klînîkan zêde dibe. Lê piştgiriyek têr bi jinan re nayê kirin. sedema vê jî tayînkirina qeyûman û girtina saziyan bû. Saziyên ku jin serî lê bidin neman. Ji ber vê pirsgirêk kûr dibin.”
Rozerê bi lêv kir ku heman pêvajo li Nisêbîn, Şirnex û Cizîrê jî xistine dewrê û got gotinên zayendperest yên li hemberî jinan, şîdeta psîkolojîk li jinan pêk anîne. Rozerînê di dawiya axaftina xwe de got ku bo jin êrîşan vala derbixin div bên cem hev û têbikoşin û ruhê piştevaniyê mezin bikin.