ROJEVA 11'Ê ADARA 2018'AN

  • 09:00 11 Adar 2018
  • Rojev
*Li her taxên ku şopa lingên ciwanên ber bi berxwedanê de dibeziyan hebûn, tenê bîranîn man. Qehremanên bê nav yên  berxwedan li dîrokê nivîsîn, li pey xwe gotinên watedar hiştin û li rupelên dîrokê cihên xwe girtin. 
 
*Sekretera Jinan a SES’ê ya Amedê Rozerîn Çatak diyar kir ku divê tenduristiya rûh a jiann di çarçoveya mafên jiyanê de bê dest girtin û li dijî pêvajoyên travmatîk banga piştevaniyê li jinan hat kirin.
 
*Ekolojîst Seher Kadîroglu Ataş diyar kir ku di bin qirkirina xwezayê de feraseta dagirker heye û got ev texrîbat tenê bi rakirina desteserkirina xwezayê ya ji aliyê mirovan ve, wê bi dawî bibe.
 
*Rexnegira sînemayê Alîn Taşçiyan diyar kir ku jin her tim di dîrokê de ji jiyana civakî û profesyonel dur hatine xistin û got: “Di sînemayê de jî di rojnamegeriyê de jî di jiyana taybet de jî em jin wê tu car dest ji daxwaza wekheviyê bernedin. Cîhan li ser keda jinê hatiye avakirin. Hewcedariya cîhanê ne bi dewlemendiya pir, bi jinan heye.” BI DÎMEN
 
*Endama  Rêveberiya Têkiliyên Diplomasî ya Kongreya Starê Eliya Oglo diyar kir ku serhildana Qamişloyê bû bingeha şoreşa 19'ê Tîrmehê û got:"Gelê Kurd di dîroka xwe de bû şahidê gelek serîhildan û berxwedanên bêhempa, serîhildana Qamişloyê jî bêhempa ye û em bi serbilindî bi bîr tînin."
 
*Endama Koordînasyona Kongra Star Xalîse Hec Ebdelqadir di derbarê Berxwedan Serdemê ya Efrînê de axivî û wiha got: "Em ê tu carî jiyana bê azadî qebûl nekin. Serok Apo dibêje ku 'berxwedan jiyan e' . Mezlûm Dogan jî dibêje 'Berxwedan jiyan e' û em jî dibêjin berxwedan jiyan e û bê azadî jî jiyan nabe."