Li Efrînê civîna gel hat lidarxistin

  • 16:38 10 Adar 2018
  • Rojane
EFRIN - Tevgera Civaka Demokratîk li herêma Efrînê ji gel re civînek ji bo rewşa dawî ya êrişa li ser  Efrînê li dar xist. 
 
Tevgera Civaka Demokratîk ji bo şêniyên Bajarê Efrînê civîneke li dar xist.  Civîna ku ji gelê Herêma Efrînê re hat li darxistin bi tevlîbûna gelek welatiyan pêk hat. Civîn li Komîna  Şehîd Zagros hat lidarxistin. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo berxwedêrên azadiyê, endama Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk Bediran Çiya axivî û got: "Ev bû 50 roj in ku Dewleta Tirk bi komên girêdayi xwe êrîşî Herêma Efrînê dike. Lê Efrîn berxwe dide û dê tu caran nekeve. Gelê  Kurd bi berxwedana xwe ya bêhempa wê serkeftina Efrînê misoger bikin."
 
Civîna ku gel bi eleqeyek mezin tevlî bûn bi dirûşma "Efrîn a me ye, bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.