Dayikên Şemiyê: Bila faîl bên darizandin
- 15:48 10 Adar 2018
- Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê çalakiya "Faîl diyar in winda li ku ne?" di hefteya 676'an de li Qada Galatasarayê berdewam kirin. Dayikan di çalakiya îro de çîroka Zeynel Kursep ê di 24'ê Adara 1994’an de li Êlihê hat binçavkirin û windakirin xwendin. Dayikên Şemiyê diyar kirin ku ew gorek ku li ser wê duayan bixwînin dixwazin.
Çalakiya Dayikên Şemiyê ya ji bo aqûbeta windayan bipirsin di hefteya 676’an de li Qada Galatasarayê berdewam kirin. Wekî her hefte dîsa dayik li qada Galatasarayê kom bûn û pankarta “Faîl diyar in, winda li ku ne? vekirin. Dayikan laçikên sipî yên remza aştiyê ye û qurnefil danîn ser bankartê û daxwazên xwe anîn ziman. Di çalakiyêde Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Cumhuriyetê Murat Sabuncu jî amade bû û tev li dayikan bû.
'Bila rojnameger bên berdan'
Di çalakiya îro de aqûbeta Zeynel Kursep ê di 24'ê Adara 1994’an de li Êlihê hat binçavkirin û windakirin pirsîn. Ewil birayê Kenan Bîlgîn ê di 12'ê Îlona 1994'an de hat binçavkirin û windakirin Îrfan Bilgin axivî û wiha got: "23 sal in em li Qada Galatasarayê edaletê dixwazin. Gelek rojnamegerên bûn dengê me jî hatin girtin. Duh rojnameger Murat Sabuncu û Ahmet Şik hatin berdan. Em hem kêfxweş bûn û hem jî xemgîn bûn. Ji ber ku hatin berdan em kêfxweş in. Lê ji ber ku hêji bi sedan rojnameger girtî ne em xemgîn in. Bila rojnameger bên berdan."
'Em ê heta dawî hesabê vê yekê bipirsin'
Îrfan, ani ziman ku sucê mirovên 23 sal berê hatin windakirin muxalîfiya wan bû û wiha got: "Mixabin cihê ku edalet lê tune be, pirsgirêkên wisa derdikevin holê. Her çend hikumet bersivê nedin jî em baş zanin ku ev mirov ji ber muxalif bûn hatin windakirin. Ji ber Kurd bûn û ji ber şoreşger bûn hatin windakirin. Lê bila her kes baş zanibe em dê heta dawî hesabê vê yekê bipirsin."
'Rayedarên dewletê ji bo erka xwe pêk bînin heta niha tu gav neavetine'
Birayê Cemil Kirbayirê hat binçavkirin û windakirin ê ku 676 hefte ne li qadê tev li çalakiyê dibe Mikail Kirbayir jî wiha got: "Em li vê qadê edaletê dixwazin. Dewletê erka xwe ya esasî ji bîr kiriye. Rayedarên dewletê ji bo erka xwe pêk bînin heta niha tu gav neavetine."
'Ji Hizbullahê re çavên xwe girtin'
Keça Huseyîn Taşkaya yê di 6'ê Kanûna 1993'an de li Sîweregê hat revandin û windakirin Serpil Taşkaya daxuyanî xwend û wiha got: "Bi sedan kes bi zorê hatin binçavkirin û di bin çavan de hatin windakirin. Gelek kes ji aliyê rayedarên dewletê ve hatin revandin. Di salên 90'an de gelek kes ji aliyê personelên dewletê ve hatin revandin. Mirov ji aliyê endamên Hizbullahê ve hatin revandin û rastî îşkenceyê hatin. Gelek kes ji aliyê Hîzbûllahê ve di bin çavdêriya rayedarên dewletê de hatin binçavkirin û windakirin û ev ax kirin dojeh. Di salên 90'an de Êlih ji Hizbullahê re kirin barageh. Gelek mirov ji aliyê hîzbûllahê ve hatin revandin û windakirin. Rayedarên dewletê lêgerina vê yekê nekir. Yek ji kesên hatin revandin Zeynel Kursep ê 24 sali bû. Li Êlihê ji aliyê Hizbullahê ve hat revandin. Ji Hizbullahê re çavên xwe girtin.
Kursep li Êlihê wekî karkerê inşaetê kar dikir. Kursep di 24'ê Adara 1994'an de dema çu Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê û ji nexweşxaneyê vegeriya li ser Kolana Diyarbakırê kesên bi çek ji maşîneyê daketin û ew li ser kolanê binçavkirin û birin. Têkildarî bûyerê F.T. yê li hemberî pereyan 11 meh şûnde serbest hat berdan diyar kir ku tevî Zeynel Kursep bi hevre 8 mehan di heman jêrzemînê de hatin girtin. Kesê hat berdan diyar kir ku dema ew hat berdan Zeynel Kursep hêj di jêrzemînê de dihat girtin. Şahid anî ziman ku dema ew û Zeynel Kursep hatin binçavkirin Birin qereqola Bahçelievlerê û ji wir jî birin Daîreya Sami Karadenizê 6 rojan li wir hatin girtin. Bav Îbrahim Kursep serî li serdozger, midûrê polîsan, walî û Waliyê OHAL'e dan. Lê tu encam bi dest nexist.
'Em heta dawî li edaletê bigerin'
Serpîlê, anî ziman ku wan heta niha tu agahî negirtine û ji bo duayan li ser zarokên xwe bixwînin gorek zarokên xwe dixwazin û wiha got: "Em dê heta dawî li edaletê bigerin û doza windayan bişopînin."
Piştre qurnefil danin ser pankartê û xwestin winda bên dîtin.