Bi rihê berxwedana Efrînê komcivîna Yekîtiya Ciwanan hat çêkirin!
- 15:41 10 Adar 2018
- Rojane
Rûken Goman
GIRKÊLEGÊ - Li Rimêlanê di bin dirûşma "Bi rihê berxwedana Efrinê ber bi yekîtiya neteweyî ve" Yekîtiya Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê komcîvanek berfireh li dar xistin.
Li Bajarokê Rimêlanê yê Navçeya Girkêlegê li Sendîkeya Kedkaran Yekîtiya Ciwanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê bi dirûşma "Bi rihê berxwedana Efrinê ber bi yekîtiya netewî ve" komcivîna salê ji bo nirxandina kar û xebat û xwdîderketina li berxwedana serdemê li dar xistin. Komcivîn bi beşdarbûna 100 delegeyê ji ciwanên kurd ên 15 partîyên Kurd û 5 rêxistinên ciwanên Rojavayê Kurdistanê pêk hat. Her wiha şandeyek ji Rêveberiya Xweser, Hevseroka Maliyê Remziye, Desteya Mihemed, Hevseroka Desteya Ciwanan Hemrîn Muhemed, Hevseroka Desteya Perwerdeyê Semîra Alî, Serokê Meclîsa Tenfîzî Ebdilkerîm Saroxan wekî mêvan beşdar bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtin dîwan ji 4 kesan hat hilbijartin. Pişte rewşa siyasî hat nirxandin.
Endamê Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk Aldar Xelîl rewşa siyasî nirxand û wiha got:"Di rojên wisa de li milekî berxwedan û ji milekî din ve jî germahiya rihê ciwantî û êrkê wan yê şoreşgerî gaveka dîrokî ye. Rewşa ku em niha tê de dijîn ji êrîşên Dewleta Tirk li ser xaka Rojavayê Kurdistanê û Efrînê tên meşandin. Gel dibêjin ez xaka xwe teslîmî te nakim. Em ê bibin xwediyê vê rûmetê û yên despêkê de berxwe didin dê ciwan bin."
'Di berxwedana serdemê de jinên ciwan îsbat kirin ku dikarin pêşengtiya şoreşê bikin'
Endama Rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan Mediya Ehmed wiha axivî: "Ev civîna berfireh ji bo kordînasyona Ciwanên Kurd yên Rojavayê Kurdistanê tê çêkirin, em jî weke jinên ciwan cihê xwe di nav de digirin. Dema ku mirov dinirxîne di salekê de pir pêşketin û guhertinên girîng çêbûn; hem siyasî û leşkerî. Piştî hilweşandina DAÎŞ'ê xaka rojava bû hedef ku her kes berjewendiyên xwe li ser erdê mayinde bike. Di vê dema dîrokî de ku berxwedaneke serdemê tê meşandin, divê dilê yek be. Ev berxwedanek bêhempa ye. Mijara me ya sereke jî wê rista ciwanan bin. Em wekî jinên ciwan çawa berxwedana serdemê didin û erkê me çiye? Li ser vî asasî em vê komcivînê pir girîng dibînin. Di şexsê hemû şervanên ciwan ên jin de ku ev dagirkeriya Dewleta Tirk nepejirandin, dîsa dikarin ku pêşengtiya şoreşê bikin."
Her wiha rapora salê hat xwendin û nîqaş li ser tê kirin. Her wiha wê komcivîn bi biryarên girîng û plansaziyeka dewlemend ji bo tevahî ciwan were bidawîkirin."