SOHR: Ji bo Efrînê têkeve tevgerê!

  • 14:07 10 Adar 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - SOHR'ê bang li Komîsertiya Bilind a Mafên Mirovan kir ku li dijî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê têkevin tevgerê. 
 
Mafên Mirovan a Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) bang li Komîsertiya Bilind a Mafên Mirovan  a Netewên Yekbûyî kir ku li dijî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê têkevin tevgerê. SOHR'ê anî ziman ku di encama topebarAanan de gelek sîvîlî jiyana xwe ji dest dane û got:" Divê Komîsertiya Bilind a Mafên Mirovan û rêxistinên navneteweyî demildest têkevin tevgerê, berpirsiyartiya xwe bînin cih û gelek kesî rizgar bikin. Di encama êrîşên bi top, fuze û balafirên şer de bi sedan sîvîlî jiyana xwe ji dest dan."