Ji jinan bo Tayyîp Erdogan: Ne ji bo çapemeniyê ji bo sûcdaran bangê bike

  • 09:12 10 Adar 2018
  • Rojane
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan bi gotinên ‘weşanên xwe bibirin’ nerehetiya xwe ya li hemberî şîdeta li ser jinê ya di çapemeniyê de tê dîtin anîbû ziman. Jinan bertek nîşan dan û gotin: “Bangê ne li çapemeniyê, li daraz û emniyetê bike.” Jinan bi lêv kir ku sedema herî mezin a şîdetê gotinên AKP'ê û serdestiya mêr e û gotin hedefa AKP’ê ev e ku dengê jinan bibire lê ew bêdeng namînin.
 
Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan ku bi polîtîka û gotinên xwe şîdeta li ser jinan û îstîsmara zarokan zêde kiriye pêşniyara çareseriyê ya wisa kir: “Televîzyonan jî ev ji usulê derxistin. Ez bang li çapemeniyê dikim. Ji kerema xwe re van weşanan bibirin. An jî hûn ê vî gelî bêzar bikin.” Jinan bertek nîşanî van gotinan da.
 
Jina bi navê Sînem Ozcan helwesta hikumetê ya li hember weqfa Ensarê ya weke ‘ji carekê tiştek nabe’ bibîr xist û got: “Yê zemîna van çêkiriye AKP ye û ji ber vê mirov nikarin tiştekî din bipên. Li şûna bang li daraz, bang li tacîzkar û şîdetkaran bikin, dixwazin dengê civakê bibirin. Ji ber çapemenî bi salan bêdeng ma şîdet wisa zêde bûye. Hewl didin çapemenî û civakê bêdeng bikin. Hewl dan çapemeniya muxalîf bêdeng bikin lê bi ser neketin. Nikarin me jinan bêdeng bikin.”
 
‘Bangê ne li çapemeniyê, li daraz û emniyetê bike’
 
Ji jinên mala gel Denîz Uysal jî daxuyakirin ku îstîsmar û şîdet polîtîk e û bi polîtîkayên dewletê piştgiriyê digirin û ev tişt anî ziman: “Berê hinek din veşarî dihat kirin. Lê niha Erdogan aşkera dibêje. Erdogan hedef şaş diyar kiriye. Vê ji çapemeniyê re nebêje, ji tacîzkar û tecawizkaran re bêje. Li şûna bang li çapemeniyê dike bila bang li daraz û emniyetê bike. Sedema zêdebûna tacîz û tecawizê ne nûçe ne, polîtîkaya dewletê ye.”
 
Ji Kolektîfa Jinan a Zanîngehê Dîlan Ersunger jî got mêjiyê serdest ê mêr dixwaze cezayên sucdaran daxîne û  got sansura AKP pêk tîne wê jinan bêdeng neke.