Serdozger daxwaza hevdîtina malbatan red kir
- 17:01 9 Adar 2018
- Rojane
STENBOL – Serdozgeriya Bursayê serlêdana daxwaza hevdîtina malbata Abdullah Ocalan û malbatên her sê girtiyên din cara 66’emîn red kir.
Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û Fatma Ocalan ji bo roja duşemê bi Ocalan re hevdîtinê bikin bi riya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn. Serdozgeriyê serlêdan red kir.
Serdozgeriyê serlêdana malbata Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş ên li gel Ocalan girtî ne jî red kir.
Daxwaza hevdîtina malbatan ji 11’ê îlona 2016’an ve ev bû cara 66’emîn tê redkirin.