Pervîn Buldan serdana KCD û DBP'ê kir

  • 15:37 9 Adar 2018
  • Rojane
AMED - Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan û heyata bi wê re serdana Navenda Giştî ya DBP'ê û KCD'ê kir. Pervînê di dema serdanê de anî ziman ku li dijî hemû êrîşan dê di Newrozê de rihê serîhildanê derkeve pêş.
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û heyeta bi wê re di çarçoveya serdana Amedê de serdana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), kir. Pervînê di serdana KCD'ê de axivî û anî ziman ku di pêvajoyeke ku di şexsê Leyla Guven de êrîşên mezin li ser KCD'ê çê dibe de, ev serdana ji bo yekîtiyê û piştgiriyê girîng e. 
 
'Pêdivî ji yekîtî û piştgiriyê heye'
 
Pervînê diyar kir ku li dijî polîtîqayên tasfiyeyê divê ew serî hildin û wiha got:"Di pêvajoyên bi vî rengî de pêdiviya mirov herî zêde ji yekîtî û piştgiriyê re heye. Hemû êrîşan em dikarin bi rihê serîhildanê têk bibin. Divê em li dijî polîtîqayên tasfiyekrinê serî hildin. Di rojên pêşiyê de em ê di Newroza ku li Kurdistan, Tirkiye û li gelek cihên cîhanê dê bê pîrozkirin de em ê bi KCD'ê re dengên xwe bilind bikin. Em hêvî dikin ku ev Newroza rê li aştiyê veke."
 
'Em ê têbikoşin'
 
Piştî serdana KCD'ê Pervînê çû serdana DBP'ê û anî ziman ku girtina Hevserokên DBP'ê yên giştî Sebahat Tuncel û Mehmet Aslan nayê qebûlkirin. Êrîşa li dijî wan êrîşan li dijî têkoşîna azadiyê ye. Em ê bi têkoşîna hevpar van êrîşana têk bibin û em ê bi hev re bi ser bikevin."
 
'Em bi biryar in em ê xebatên xwe berewam bikin'
 
Cîgira Hevseroka Giştî ya DBP'ê Hacer Ozdemîr jî got:"Serdana HDP'ê bi wate ye û em ji vê yekê hêzê digirin. Pêvajoya ku Serok Sebahat hat girtin pêvajoya desteserkirina qayiman a şaredariyan bû. Girtina Mehmet Aslan jî bi êrîşên li ser Efrînê jî têkildar bû. Em bi biryar in ku li dijî van êrîşana serî netewînin û xebatên xwe berdewam bikin. Pêvajoya ku bi 8'ê Adarê dest pê kir dê bi Newrozê bi hêztir bibe."